Curnê Reş (bi tirkî: Hilvan) yek ji navçeyên Rihayê ye. 55 km ji Rihayê dûr e. Rûberê wê 1.278 km² ye. Gorî hejmartinên fermî yên dûgela tirk hejmara navendê 16.205 û bi giştî hejmara niştecihan 38.411 kes e. Di sala 1926an de bûye navçe û bi Rihayê ve hatiye girêdan. Bilindahî ji rûyê avê 600 m ye. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. 2 nehiye, 62 gund û 33 mezre girêdayî navçeyê ne. Pirraniya mezreyan ji aliyê dewletê ve hatine valakirin.[çavkanî hewce ye]

Navçeya Curnê Reşê
Hilvan
Navçeya Curnê Reşê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Navçeya Curnê Reşê
Navçeya Curnê Reşê
Koordînat: 37°35′11″Bk 38°57′18″Rh / 37.58639°Bk 38.95500°Rh / 37.58639; 38.95500
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehRiha (parêzgeh)
SerbajarCurnê Reş
Hejmara bajarokan1 bajarok
Hejmara gundan61 gund
Qada rûerdê
 • Giştî1.278 km2 (493 sq mi)
Bilindahî
590 m (1940 ft)
Nifûs
 (2009)
40.083[1]
 • Berbelavî31,4/km2 (81/sq mi)
 • Serbajar
 (2009)
20.855
Koda postayê
63900
Koda telefonê(+90) 414
Map
biguhêreBelge

Wargehên dîrokî û turîstîk ên Curnê Reşê biguhêre

Çavkanî biguhêre