Cihûyên Rihayê, Ûrfalîm (bi îbranî: אוּרְפָלִים‎‎), cihûyên Ûrfanê navê civaka kurdên cihû yên ji Rihayê (Ûrfa) çûne Îsraelê ye. Endamên vê civakê hevûdu digirin, cihên ku jê hatine nadin jibîrkirin. Pirraniya wan di sala 1896'ê de, barkirine ku wê salê herwiha romiyan (tirk) ermenî qirrdikirine. Komekê jî sala 1947'ê barkirine.

Sînagoga Ûrfalîm (ji Rihayê), li Orşelîmê

Ji ber ku hinek ji wan ji Pîrsûs (Sirûc), hinek jî ji gundê Çêrmikê barkirine ji xwe re Sirûcalîm, Çermikalîm jî dibêjin. Tê zanîn berê li parêzgehên Riha, Mêrdîn, Dîlok û Amedê hejmareke mezin kurdên cihû jî hebûn. Ji ber pêkutî û komkujiyên Osmanî û komara nû ya Romê, wan jî wekî kurdên êzîdî, hay (ermenî) û suryanîyan barkirin.

Girêdanên derve biguhêre