Cewzat
Gundekî navenda Mêrdînê
Cewzat (bi tirkî: Cevizlik) gundekî ser bajarê Mêrdînê ye.
Cewzat | |
---|---|
Cevizlik | |
Koordînat: 37°23′7″Bk 40°34′2″Rh / 37.38528°Bk 40.56722°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mêrdîn (parêzgeh) |
Navçe | Mardîn (navend) |
Bilindahî | 1.125 m (3691 ft) |
Nifûs (2008) | 856[1] |
Koda postayê | 47000 |
Koda telefonê | (+90) 482 |
biguhêre |
Dîrok biguhêre
Navê Cewzat ji pirbûna gwîzê wê yê berê tê; berê darê gwîza lê pir bûn.
Erdnîgariya Cewzatê biguhêre
Cewzat 17 km dûrî bajarê Mêrdînê ye. Aliyê rojhilat, bakur û rojava çiya ye, aliyê quble ova[çavkanî hewce ye] ye, li aliyê bakur û qublê daristan heye, kanî lê pirr in hema ava wan hindik e.
Avhewa biguhêre
Di bin bandora avûhewaya bejî de ye.
Gelhe biguhêre
Jimara rûniştvanan a di sala 2000'î de 117 mal û 790 mirov bû.
Sal | Gelhe |
---|---|
2008 | 856[1] |
2000 | 744[2] |
1990 | 677[2] |
1985 | 610[2] |
Aborî biguhêre
Gel xwe bi çandiniyê, heywan, komira mankirê û ji kenandina kevira xwe xwedî dikin.
Çand biguhêre
Xwarina Cewzatê biguhêre
Goştê sêlê û nanê ji keva pir meşûr e.
Çêkirina binî biguhêre
Li gund dibistana navendî, pirtûkxane, dikan, şebeka ava vexwarinê, ocaxa tenduristiyê, xeta telefona mala, camî û qereqol heye. Rêya navbêna gund û Mêrdînê û gund û Şemrexê asfalt e.
Çavkanî biguhêre
- ^ a b tuik, 2008[girêdan daimî miriye]
- ^ a b c Yerelent, Cevizlik, ji orîjînalê di 9 gulan 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 15 çiriya paşîn 2010
Ev gotara têkildarî erdnîgariya Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |