CERN (Conseil Européen pour la Recherche Nucléaire - Navenda Lêkolînên Nukleer a Ewropayê), laboratoriya herî mezin a ku li ser fîzîka parçikan lêkolînan dike, ceribandinên kopişînê (tûşîhevbûn) lidardixe.

Navenda CERNê
Welatên tevkar ên berê û yên nû

Di sînorê Fransa û Swîsreyê de ye. Sala 1954'ê bi alîkariya 12 welatan hatiye avakirin. Niha 20 welat bûne endamê xebatên wê û 8 çavdêriyê dikin.[1]

Li CERNê 2500 fîzîknas, 3000 alîkar dixebitin. Ji zêdetirî 80 welatan 8000 fîzîknas jî bi CERNê re têkildar dixebitin. Cihê CERNê yê herî girîng, tunela ku LHC (Large Hadron Collider - Kopişkara Mezin a Hadronê) lê ye, ye. Ev tunel di binê erdê de ye. Heya niha li vê laboratoriyê gelek lêkolîn hatine kirin.

Welatên bi fermî endamê CERNê ne biguhêre

Welatên berendam in biguhêre

YE, DYA, Hindistan, Japon, Rûsya, Tirkiye û UNESCO jî wekî çavdêr tevkariya xebatên CERNê dikin.

CERN, Mezintirîn Navenda Lêkolîna Fîzîka Dendikiya Cîhanê

CERN, mezintirîn labaratuwara dinyayê di warê Fîzîka zerreyên bingehîn û Fîzîka dendikî da ye. Ev navenda mezin û bêmînak di derdora bajarê Geneva û di sînora navbera Fransa û Suwîsrayê da hatiye avakirin. CERN, di 29ê Septembera sala 1954an da, ji aliyê Rêxistina Ewrûpiya Lêkolînên Dendikî va hatiye damezrandin û zêdetirî 61 salan e ku têda mezintirîn û bibandortirîn keşfiyatên dinyayê tên kirin. Gelek zaniyar û lêkolînerên cîhanê jiber xebatên xwe yên di wê navendê da, xelatên navendên herî binavûdeng yên dinyayê wek xelata Nobelê yên di warê zanistê da, bidestxistine û ev yeka han, nîşana girîngiya CERNê ye.

CERN, bi dirêjahiya 27 kîlometreyan, bi forma bazinê, di kûrahiya 100 metreyan di binê erda 2 welatên Firansa û Suwîsrayê da, hatiye avakirin.

1

WWW yan heman World Wide Web ku dibe Tora Cîhaniya Web’ê, yekem car ji aliyê Tim Berners- Lee di sala 1989 û Robert Cailliau di sala 1990 an da, li CERN, li ser navê ENQUIRE’ê, jibo danîna pêwendî di navbera zaniyar û lêkolînerên wir, hate avakirin. Internet, li CERNê keşf bû, di sala 1991an da yekem malper destbi xebatê kir û bikaranîna wê di 30ê Aprila sala 1993an da jibo her kesî azad bû.

Peymana damezrandina CERNê di 29ê Septembera sala 1954an da ji aliyê 11 dewletên Ewrûpaya Rojava va hate îmzakirin. Helbet ev yek bi avakirina Encumenke demkî, jibo çêkirina labaratuwaran di sala 1952an da, destpêbû.

Aniha zêdetirî 20 dewletên ewrûpî, endamê vê rêxistinê ne. 2600 karmend, 7931 zaniyar û endaziyarên wê hene ku numayendeyên 580 zanîngeh û navendên lêkolînê yên 80 welatên cîhanê ne.

Xebat û armanca serekeya CERNê, çêkirina alavên bilezkerên zerreyan(Tiny Particle Accelerator) û dezgehên din jibo lêkolînên fîzîkî di enerjiyên mezin da ye. Her 4 Xuyakerên mezin yên CERNê(Large Detectors: LHCb, ALICE, ATLAS and CMS), encama hevkariyên navnetewî ne. Navenda serekeya vê rêxistinê, li Meyrina ser bi bajarê Genevayê ye ku ji navendeke computeran pêkhatiye. Tenê di sala 2008an da, milyardek Dolar ji aliyê dewletên endam va, alîkarî ji CERN’ê ra hatiye veqetandin. Dewletên endam, her sal, 5 milyon Euro’yan didin rêxistina CERN’ê. Almaniya û Îngîltere, tenê jibo projeya LHC’iyê, heya niha zêdetirî 300 milyon Euro’yan xerc kirine.

Armanca avakirina LHC yanê Lihevlêxînera Mezina Hadron’ê(Large Hadron Collider), peydakirina zerreyên pir pir biçûk yên etomên nû û peydakirina bersiva zaniyaran ya liser çawaniya avabûn û çêbûna dinyayê ye.

Lihevlêxînera Hadroniya Mezin yan LHC, bilezkereke zereyan û lihevlêxînera, jibo nasîna baristeya maddeyên(mass) bi qasî ‎ cm, Ezmûna(ceribandina) modela standarda zerreyan, keşfkirina pêkhateyên peyda-nebuyî yên modela standard, Ceribandina Teoriya Makrowekhev û Teoriya Yekgirtina Mezin (Grand Unified Theories and Supersymmetry) e.

Armanceke din ya girîn ji vê projeyê, keşfkirina zerreya bingehîna Higgs Boson’ê ye ku fîzîkzanan, zerreyên bingehîna wê, berê va pêşbînî kiribûn. Zerreya Boson Higgs, dibe sedema pêkhatina baristeya zerreyên bingehîn.

Di vê labaratuwarê da, Proton di nava tûneleke 27 kîlometreyî da, bi lezeke pir mezin, lihev diqelibin, bi qasî 14 tirilyon Elektron Voltan, enerjiyê werdigrin û jiber vê lihevketina pir bihêz û mezin, îza Boson Higgs, tê xuyanê(qeyd dibe). Bilezdera han di 10’ê Septembera sala 2008’an da hate vekirin lê 9 rojan şûnda, jiber pirsgrêkên teknîkî û hilkişîna germahiya megnetên sûperderbasbar(super conductor) ku divê di germahiyên jêr da bixebitin, hate sekinandin. Lê cardin piştî 14 mehan di 21’ê Novembera sala 2009’an da, jinûva hate xebitandinê.

Xuyakerên din(ALICE, ATLAS and CMS), jibo lihevqelibandin û lihevxistina Yonan û berhemanîna Plasmaya Quark-Gluon jî, tên bikaranîn û heya niha ew karîne di germahiya zêdetir ji 10 tirilyon dereceyan da, pilasmaya Quark-Gluon’ê, çêbikin.

Gihîştin bi leza, mezintir ji ya Ronahiyê

Di 22’ê Septembera sala 2011’an da, encumena OPERA’yê ya li navenda CERN’a nêzîkê bajarê Geneva Sûwîsrayê, di labaratuwara netewiya Gran Sasso ya Îtaliyayê, dane zanîn ku ew karîne muon neutrinos’an bi enerjiya ji 17 heya 28 Gev(Gîga Elektron Volt) di mesafeya 730 kîlometreyan da, bi leza mezintir ji ya Ronahiyê(by a factor of 2.48×10−5 (approximately 1 in 40,000)), bilezînin û wê bi alava xuyaker, detekt û qeyd bikin.

Jêder: https://en.wikipedia.org/wiki/CERN

https://en.wikipedia.org/wiki/Faster-than-light_neutrino_anomaly

https://en.wikipedia.org/wiki/Large_Hadron_Collider

Wergêr (ji Ingilîziyê): Edo Makuyî, Muhendisê Şîmî, sala 2000 ji zanîngeha dewletê

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Indratko Group". Indratko Group (bi îngilîziya amerîkî). Ji orîjînalê di 27 gulan 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 kanûna pêşîn 2021.