Borşç (bi ûkraynayî û rûsî: борщ, borşç, polonî: barszcz) şorbeyek ji şêlimê (binerd, şelxam) ye ku li seranser rojhilatê Ewropayê tê zanîn û xwarin. Xwarineke slavî ye. Bi texmînî navê xwe ji bêjeya slavî ya tê wateya „dardaroka mendoyê, pelên ku dişibin ên mendo yan kerengê“ girtiye. Kurd jî mendoyê dixwin û di serdema navîn de li Rûsyayê tevlî xwarinan dikirine. Kurd mendoyê bi xavî dixwin lê tevlî xwarinan dikin an na nayê zanîn. Xwarineke quşxaneyê ya bigoşt e.

Borşç
Welat
  • Rûsa Kiyevê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di dema YKSSê de li seranser welatên Sovyetê belav bûye. Herwiha kurdên Sovyetê jî vê xwarinê nas dikin û dixwin. Bo navroj û şîvê ye. Beriya ku bê ser destexaneyê (sifre) bi krema, biharbêhnên teze (pirranî hêliz-pîjinda-şiwît), herwiha sîrim, bexdenûsê tê çêjdarkirin. Ûkraynayî rûnê sîrê yê bi xwêyê bi kar tînin û bi nanê teze dixwin. Li hin heremên Almanyayê jî bi navê Beetenbartsch tê xwarin.

Rûs û ûkraynayî ji kartol, pîvaz, kelema spî, gizêr, fringî û goştê dewarê çêdikin. Polonî bi çend awayên din jî dixwin.

Borşça sarî biguhêre

Bi rûsî: холодник, xolodnîk, polonî: chłodnik, lîtvanyayî: šaltibarščiai, letonî: aukstā zupa dibêjin ku ev bi sarî tê xwarin û şorbeyeke havînê ye. Ne goşt ne jî kelemê dixinê, ji kefîr û kremayê amade dikin. Nakelînin, berê şêlimê dixaşînin, bi sarî tevlî xwarinê dikin.

Galerî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre