Çerxa felekê

(Ji Birc (stêrk) hat beralîkirin)

Çerxa Felekê an Çembera Bircan ango Nîşanstêrk çembereka bi parvekirina eklîptîka(rêgeha rojê ya di ezmên de ya saleke gerra xwe temam dike ye) 12 parên wekhev re dertê holê ye. Mîna rojê, rêgeha gerrstêrkên din û ya hîvê jî li nêzî rêgeha rojê, eklîptîk, li ser çerxa felekê dikeve. Dema dinê dor rojê re viz dibe, gorî nihêrîna merîv, roj di rêgeha xwe, eklîptîk, de hereket dike. Lê birastî ya hereket dike dinê ye. Gorî nihêrîna merîv, roj di çerxa felekê de her roj dereceyeke hereket dike û bi temamkirina di saleke de ye 360 dereceyan re, li dehûdu Nîşanstêrkên çerxa feleke digere.

Di Astrolojiyê de biguhêre

Di astrolojîyê de çerxa felekê cîhê ku eklîptîk, rêgeha rojê, tê re derbas dibe ye. Gorî vê rêgehê Nîşanstêrk astrolojîyê derketine holê. Lê îroj Nîşanstêrk û komstêrên ku bircan navên xwe jê helgirtinî hev nagirin. Ew jî ji ber liva tewereya dinê ye. Nêzî 2500 salî berî îroj, wexta Çerxa Felekê ji hêla Babîliyan hatibû kifş kirin, cîhê komstêrên roj lê û mihleta Nîşanstêrkê wê di eynî wextê de bûn. Wê çaxê rojvegera biharî(Îng. Vernal equinox) de roj dikete Nîşanstêrkê Berên. Îroj wexta roj dikeve Nîşanstêrka Beranê, birastî rêgeha xwe di komstêra Masî re derbas dibe. Yanê rojvegera havînî, wexta roj di komstêra Masî pêk tê.

 
Cîhê Ekinoksa biharî(vernal equinox) ya li ser rêgeha rojê, eklîptîk, ya 6000 sal virve
 
Çembera Nîşanstêrk a îslamî
Nîşanstêrk Komstêr
Nav Nîşan Mihleta bircê ya Astrolojîk Nav Mihleta ku roj lê dimîne (2011) Hejmerên rojan
ya roj têde dimîne
Stêra geştirîn
Beran   21 adar– 19 nîsan Beran 19 nîsan – 14 gulan 25.5 rojan Hemal
Ga   20 nîsan – 20 gulan Ga 21 hezîran- 21 tîrmeh 38.2 rojan Deberan
Cêwî   21 gulan – 20 hezîran Cêwî 21 hezîran- 21 tîrmeh 29.3 rojan Pollux
Kêvjal   21 hezîran –21 tîrmeh Kêvjal 21 tîrmeh – 11 tebax 21.1 rojan El Terf
Şêr   22 tîrmeh – 22 tebax Şêr 11 tebax – 17 îlon 36.9 rojan Qelb el Esed
Şehrîwar   23 tebax – 22 îlon Şehrîwar 17 îlon – 31 çiriya pêşîn 44.5 rojan Spica
Mêzîn   23 îlon – 22 çiriya pêşîn Mêzîn 31 çiriya pêşîn – 21 çiriya paşîn 21.1 rojan Zûbana Şîmalî
Dûvpişk   23 çiriya pêşîn–21 çiriya paşîn Dûvpişk 21 çiriya paşîn–30 çiriya paşîn 8.4 rojan Qelb el Aqreb
Marvan   n/a Marvan 21 çiriya paşîn–30 çiriya paşîn 18.4 rojan Ras el Haya/ Alfa Marvan
Kevan   22 çiriya paşîn – 21 kanûna pêşîn Kevan 18 kanûna pêşîn – 21 kanûna paşîn 33.6 rojan Qews el Cenûbî
Karik   22 kanûna pêşîn – 20 kanûna paşîn Capricornus 21 kanûna paşîn – 17 sibat 27.4 rojan Zeneb el Cedî
Dewlik   21 kanûna paşîn – 19 sibat Dewlik 21 kanûna paşîn – 17 sibat 23.9 rojan Sead el Siûd
Masî   20 sibat – 20 adar Masî 12 adar – 19 nîsan 37.7 rojan Eta Masî