Berbaz, binefser payeyek di leşkeriyê de ye. Di artêşên klasîk ên berê de ev rutbe nebû. Bi pêşketina teknîka çekan ve, artêşên nûjen derketin holê.

Berbazên Bermuda Regiment
Berbazên Amerîkayê perwerdeyê dibînin.

Berbaz wekî ji navê wê kivşe ye ber efseran, serbazan e. Berbaz jî wekî serbazan perwerdeyeke dirêj dibînin. Standardiyeka wê nîne. Her artêşek paye û erkan gorî xwe saz dike. Artêşên nûjen bi hejmarê biçûk, mobîl û xwedî çekên modern in. Xebata wan kolektîv e û paye jî ji bo hêsankirinê ne.

Lê li hin welatan (bo mînak Pakistan, Îran, Tirkiye) artêş xwediyê welat in û payebilind li ser payenizman xwedî gelek mafan in.