Belweşîn, cuzam nexweşiyeke têger (bisaw, şewb) e ku bakteriya Mycobacterium leprae wê ditetikîne. Bakteriya belweşînê sala 1873 ji aliyê Gerhard Armauer Hansen ê Norwêcî ve hatiye vedîtin.

Dîmenek ji belweşînê
24-saliyek bi belweşînê ketiye (wêne ji sedsala 19'em)

Herçendî êdî ne bixeter be jî, li Kurdistanê dibe sedemê mirina gelekan. Lewra li Kurdistanê dewlet erka xwe bicih nayînin, patrome (taman, derzî, perpûn) û derman di wextê de nagihê nexweşan, bi taybetî canê xizanan digire.

Belweşîn tenê ji mirovan derbasê mirovan dibe û bakteriya wê xwe di xwezayê de tenê di laşê mirovan de bicih dike. Ji xeynî mirov û mişkan candareke din nexweş nahêle.

Amaje, sîmptomên belweşînê biguhêre

Bi serê xwe deformebûna çermê têra nasanê nake. Divê dahûranî bên kirin. Ji mukozaya pozê (bêvle) kirtikek tê girtin, bi hûrbînê (mîkroskopê) analîz dikin. Herwiha bi navê testa hîstamîn, ceribandinek tê kirin.

Du cureyên wê yên sereke hene:

  • Belweşîna tûberkûloîd: A herî giran û xeterdar e. Di çermê laş de leke û pinokên sîmetrîkî hene. Rûyê mirov hêdî hêdî dişibîne yê şêr. Hîsa cihên bi birîn winda dibin, laş deforme dibin. Birîn şopê dihêlin, deng dikevin, poz qul dibin, bijang diweşin.
  • Belweşîna lepramatoz: Felc xwe dide der.

Herwiha du tabloyên wê yên guherbar jî hene, belweşîna guherbar û belweşîna îndetermîne.

Terapî biguhêre

Heger derman bên bikaranîn, di demezûyê de nasandin bê kirin, ne xeterdar e, terapî gengaz e. Terapî bi dij-bakteriyan tê kirin. Dermanên di koma rîfampîsîn, ethîonamîd, sûlfon, dapsone tên bikaranîn.

Bi giranî derbasê zarok û pitokan dibe. Di malê de yek pê ketibe divê miheqeq zarok û xelkê wê malê baldar bin, tedbîra xwe bigirin. Derzîkirina zarokan gelek girîng e.

Gorî zagonên welatên Ewropayê mirov mecbûr e îxbara vê nexweşiyê bike. Heger mirov bibîne yek bi nexweşiya belweşînê ketiye mirov mecbûr e giliyê wê bike.