Deryaya Reş

(Ji Behra Reş hat beralîkirin)

Deryaya Reş (bi yewnaniya kevn: Πόντος Εὔξεινος, lat. Póntos Eúkseinos, bi latînî: Pontus Euxinus) deryayeke marjînal e ku navbera parzemînên Ewropa û Asyayê de ye. Deryaya Reş di navbera rojhilatê Balkanan, başûrê Deşta Ewropaya Rojhilat, rojavayê Qafkasyayê û bakurê Anatolyayê de ye. Deryaya ji aliyê çemên sereke bi taybetî ji aliyê çemên wekê Çemê Dunayê, Çemê Nîpirê û Çemê Nîstirê ve tê xwedî kirin.

Deryaya Reş
Черно море Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Deryaya dorgirtî
  • tejane Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
43°25′Bk 34°16′Rh / 43.41°Bk 34.26°Rh / 43.41; 34.26
DewletBulgaristan, Rûsya, Ûkrayna, Romanya, Tirkiye, Gurcistan, Republic of Abkhazia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Welatê tejaneya çemBulgaristan, Gurcistan, Rûsya, Romanya, Tirkiye, Ûkrayna Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dirêjbûn1175 km Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
Rûerd
  • 436.402 ±1 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Deryaya Reş 436.400 km² rûav werdigire (Behra Azovê tê de nîne) kûrahiya ya herî kûrê deryayê 2.212 mêtre ye û qebareya giştî ya deryayê 547.000 km³ e.[1][2][3] Piraniya qeraxa deryayê xwedê çiyayên bilind in ku ev bilindî li başûr Çiyayên Pontîkê li başûrê rojava bilindahiyên nîvgiravên başûrê rojava, li rojhilat Çiyayên Qefqasyayê û li bakur jî Çiyayên Kirimê ne. Xalên herî dirêj ên di navbera rojhilat û rojava de bi qasî 1.175 kîlomêtre ye.[4] Bajarên girîng ên ku li ser peravê Deryaya Reş hatine avakirin ev in: (li gorî demjimêrên Bosporusê) Burgas, Varna, Konstanța, Odesa, Sevastopol, Novorossiysk, Soçî, Potî, Batûm, Trebzon û Samsun ne.

Erdnîgarî biguhêre

Rêxistina Hîdrografî ya Navneteweyî sinorên Deryaya Reş bi vê awayê destnîşan dike:

Li başûrê rojava. Sinorê bakurê rojhilatê Deryaya Marmarayê [Xetek ku bi Pozika Anatoliyê (41°13'N) ve bi Pozika Rumilî re digihêje ba hev]. Li Tengava Kerçê. Xetek ku bi Pozika Takil û bi Pozika Panaghia (45 ° 02'N) ve girêdayî ye.

Herêmên derdora Deryaya Reş bi gelemperî wekî Herêma Deryaya Reş hatiye binavkirin. Beşên deryayê ya bakur di nav kembera Chernozem (kembera axa reş) de ye ku ji rojhilatê Kroatyayê (Slavonya) destpê dike bi seranserê Çemê Dunayê re (bakurê Sirbîstanê, bakurê Bulgaristanê (Deşta Dunayê) û başûrê Romanyayê (Deşta Wallachian) heta bakurê rojhilatê Ûkraynayê û seranserê Herêma Reş ya Navendî û ji başûrê Rûsyayê ve jî ber bi Sîbîryayê ve diçe.[5]

Devera deryayê ya Deryaya Reş bi gelemperî wekî devera Pontîk yan jî wekê perava Pontîkê tê binav kirin.[6]

Kendavên herî mezin ên Deryaya Reş Kendava Karkinitê li Ûkraynayê û Kendava Burgasê li Bulgaristanê ye. Kendavên din ên biçûk ên wekê Kendava Dnieprovskiyê û Kendava Dniestrovskiyê li Ûkraynayê û Kendava Sînopê û Kendava Samsunê jî li Tirkiyeyê ne.

Deryaya Reş digê van dewleta:

Galerî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "College of Earth, Ocean & Environment | University of Delaware". www.udel.edu (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 gulan 2024.
  2. ^ "Environment - Environment and Enlargement". web.archive.org. 14 çiriya paşîn 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 14 çiriya paşîn 2008. Roja gihiştinê 21 gulan 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ Murray, J. W.; Jannasch, H. W.; Honjo, S.; Anderson, R. F.; Reeburgh, W. S.; Top, Z.; Friederich, G. E.; Codispoti, L. A.; Izdar, E. (1 adar 1989). "Unexpected changes in the oxic/anoxic interface in the Black Sea". Nature (bi îngilîzî). 338 (6214): 411–413. doi:10.1038/338411a0. ISSN 0028-0836.
  4. ^ Marshall Cavendish Corporation, edîtor (2010). World and its peoples. Europe. New York: Marshall Cavendish Reference. ISBN 978-0-7614-7883-6.
  5. ^ "Agriculture in the Black Sea Region :: Agriculture in the Black Sea Region". web.archive.org. 31 çiriya pêşîn 2013. Roja gihiştinê 22 gulan 2024.
  6. ^ "Anatolia". Library of Congress, Washington, D.C. 20540 USA. Roja gihiştinê 22 gulan 2024.

Girêdanên derve biguhêre