Before Snowfall (fîlm)
Before Snowfall (bi sernavê xwe yê orijînal: Før snøen faller, ango Berî berfbarînê) yekemîn fîlmê dirêj ê derhênerê kurd-norwêcî Hişam Zeman e û di sala 2013an de wek 'Baştirîn Fîlma Nordîk' hate xelatkirin.
Before Snowfall Berî berfbarînê | |
---|---|
Før snøen faller | |
Derhêner | Hişam Zeman |
Çêker | |
Senaryo |
|
Aktor | |
Derhênêrê dîmenê | |
Çapkirin |
|
Dom/Mawe | 96 deqîqe |
Welat | Norwêc, Almanya, Iraq |
Ziman | Zimanê kurdî, zimanê almanî |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Mijar biguhêre
Konvoyeke seyareyan nêzikî mala Siyarê şazdeh salî dibe, yê ku piştî wefata bavê xwe wek reîsê malê xwedî li dayik û du xwişkên xwe derdikeve. Sedema konvoyê ev e ku axayê gund hatiye xwişka Siyar, Nermîna 18 salî, ji kurê xwe re bixawze. Lê Nermîn vê zewaca bi zorê naxwaze û lewra bi hezkirina xwe re ji mal direve.
Ji ber ku mijar êdî mijarê namûsê ye, Siyar dikeve nav rêya bi tehlûke ya Ewropayê: divê ew li şopa Nermînê bikeve û yan Nermînê bîne malê, yan jî namûsa malbatê xwe paqij bike.
Lîstikvan biguhêre
Xelat biguhêre
- Opening Film 23. Tromso International Film Festival 2013
- Dragon Award Göteborg International Film Festival 2013
- Best Cinematography in a Narrative Feature Film Tribeca Film Festival 2013
- Baştirîn lîstikvana duwem (Suzan Ilir) Xelata Fîlmê ya norwêcî 2013