Bêdlîs (parêzgeh)
Bidlîs (bi tirkî: Bitlis) bajar, navçe û parêzgeheke Bakurê Kurdistanê ye. Serbajarê parêzgehê Bêdlîs e.
Parêzgeha Bidlîsê Bitlis | |
Koda parêzgehê: 13 | |
Nexşeya navçeyan | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Serbajar | Bidlîs |
Demografî û erdnîgarî | |
Gelhe (2008) | 326.897 kes |
Rûerd | 8.582 km2 |
Berbelavî | 38,1 kes/km2 |
Binebeş | |
Hejmara navçeyan | 7 navçe |
Hejmara bajarokan | 15 bajarok |
Hejmara gundan | 338 gund |
Agahiyên din | |
Dem | UTC+2 |
Koda telefonê | (+90) 428 |
Parêzgeh navê xwe ji bajarê navendî Bedlîsê girtiye. Rûbera wê 8.294 km û nifûsa wê 353.988 e (2022).[1] Piraniya gel kurd in.[2]
Dîrok biguhêre
Dîroka Bedlîsê digihêje heya serdema neolîtîkê, lê li Bedlîsê lêkolînên pêşkeftî yên arkeolojîk nehatine kirin. Li gorî zanyaran Bêdlîs pêşî beşeke Împeratoriya Ûrartûyan bû, piştre bû ya Med û Persan. Îskenderê Makedonî li bajarê Bedlîsê kelehek çêkir û navê fermandarekî Makedonî yê bi navê Bedlis da keleh û bajarê. Piştî Îskender û Împaratoriya Diadoçiyan Bedlîs kete destê Romayiyan û heta sedsala 7an di bin desthilatdariya Bîzans de ma.
Piştî ku tirk derbasî herêmê bûn, Bitlîs pêşî kete destê Eyyûbîyan û pişt re jî kete destê Şahê Xorizm. Bitlîs dû re bû qurbana êrîşên Mongolan. Di sala 1514an de parêzgeh kete destê Osmaniyan. Ji ber ku Bedlîs li ser sînorê di navbera Osmanî û Farisan de bû, Sultan otonomiyeke berfireh da mîrên kurdên herêmê. Li Bedlîsê xanedaneke kurdan hat avakirin û di bin destê wê de Bedlîs geşbûneke çandî dît. Di sala 1864an de veguherî Vilayê Bitlîsê, ku ji ber nifûsa wê ya ermenî ya di wê demê de, di nav şeş Vîlayên Ermenîstanê de (Vilâyat-ı Sitte) dihat hesibandin. Piştî hilweşîna Osmaniyan parêzgeh ji aliyê Rûsyayê ve ji bo demeke kurt hat dagirkirin û piştre kete destê Tirkiyeyê.
Erdnîgarî biguhêre
Bitlîs bi giştî ji çiya û deştan pêk tê. Ji ber vê yekê, ew bajarek ji bo xwedîkirina ajalan guncantir e.Ji ber ku avhewa bejayî dijwar e, darên pel-pel ên mîna xurmeyan nikarin li vir şîn bibin.
biguhêre
- Bidlîs (Bitlis): Bidlîs, Sîmek, Narlî Dere, Şetek (an Şûtik?)
- Elcewaz (Adilcevaz): Elcewaz, Arin
- Motkî (Mutki): Motkî, Yixîk (senter: Qolanîs), Huyun (navend: Tap), Meydan
- Norşîn an Çuxûr (Güroymak): Çuxûr (navend: Norşîn)
- Tetwan (Tatvan): Tûxtewan an Tûx (navend: Tetwan), Ketum, Reşadiye (navend: Sorp)
- Xelat (Ahlat): Xelat, Purxûs
- Xîzan (Hizan): Xîzan, Ekêfan (navend: Şîrîz), Uçum (navend: Sîmos)
Çavkanî biguhêre
- ^ biruni.tuik.gov.tr https://biruni.tuik.gov.tr/medas/?kn=95&locale=en. Roja gihiştinê 3 gulan 2024.
{{cite web}}
:|title=
kêm an vala ye (alîkarî) - ^ "Encyclopaedia of Islam New Edition Online (EI-2 English)". referenceworks (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 gulan 2024.
Bîblîografî biguhêre
- Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
- "Köylerimizin adlari" (1928).
- Vital Cuinet (1891/2001). "La Turquie d'Asie".
- Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2000/2001). Kurdistan - Dabeşî Kargêrî Terrîtorî 1927-1997.
- Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2001). Kurdistan - Rûpêw û jimarey danîştuwan.