The Beatles

(Ji Beatles hat beralîkirin)

The Beatles (De Bîtilz bixwîne), Beatles an jî Bîtilz, komek ji komên popê yên îngîlîzî bû ku di destpêka salên 1960'î de li Liverpoolê (Brîtanya) derket û bi taybetî di navbera salên 1963-1966'an de gelek bi nav û deng bû. Kom di destpêkê de ji çar endaman pêk hatiye: John Lennon, Paul McCartney, George Harrison û Peter Best. Pişt re trampetjen Ringo Starr ket cihê Peter Best.

Endamên Koma The Beatles li Amerîkayê (1964). Li jorê ji milê çepê ve John Lennon û Paul McCartney; li jêrê George Harrison û Ringo Starr

The Beatles li alîye aborî de koma herî serkeftî ya di dîroka muzîka popê de bû; komê di navbera 1963 û 1970'î de li Brîtanyayê 12 albûmên studyoyê (LP), 13 EP (sêlikên ku li her aliyekî wê du stran hene) û 22 singles (sêlikên ku li her aliyekî wê stranek heye) tomar kirin û sêlikên wan bi milyonan hatin firotin. Di 1970'î de bi awayekî fermî endamên The Beatles ji hev veqetîn û her endamek kariyera xwe ya muzîkî bi tenê berdewam kir.

Albumên komê û dîskografî biguhêre

  • 01 - Please please me (1963)
  • 02 - With the Beatles (1963)
  • 03 - A hard day's night (1694)
  • 04 - Beatles for sale (1964)
  • 05 - Help (1965)
  • 06 - Rubber soul (1965)
  • 07 - Revolver (1966)
  • 08 - Sgt.Peppers Lonely Hearts Club Band (1967)
  • 09 - Yellow submarine (1969)
  • 10 - Abbey Road (1969)
  • 11 - Let it be (1970)

Çavkanî biguhêre