Rêziman
Navdêr (substantîv)
Lêker (verb)
Rengdêr (adjektîv)
Daçek (prepozîsyon)
Cînav (pronav)
Hoker (adverb)
Veqetandek
Jimarnav
Baneşan
Gihanek
Kitêbên rêzimanê
Zimannasî
Bêjenasî
Lîsteya zimannasan

Mirov hestên xwe yên germ û gur bi alîkariya baneşanan dide der.Ew hest dibe ku gir û kîn an jî kêxweşiyekeke jidil be.Hin baneşan di binyata xwe de baneşan in.Mîna:ax!, wax!, hey!, lo!, hey lo!, lê!, erik!, ey!, ox!, oxweş!, hey wax!, de! û hwd.

  Mînak:
  • Ax dilo, wiha meke!
  • Wax kurê min wax!
  • Hey lo hevalo!
  • Oxweş! Dijminên me pergî/rastî belayê hatine.
  • Hey wax! Felekê te çima li me wiha kir?!
  • Wî! Kurê min tuçima wiha dikî?!
  • De! Em vegerin gundê xwe.
  • Ha ho! De werin li vê ecêba giran binêrin.
  • Of! Tu zanî ez çi qas tengav bûme?!
  • Hoşt! Segê heram, biqeşte here hi vir!
  • Ço, ço! Kera reş em li pey heval û hogiran man.

Hindek peyvên ferman, hişyarî û hestên tund dema ku bi dengekî bilind û bi awayekî tund hate gotin, dibin baneşan.

  • Kuro rabe! Xêr e te xwe li erdê dirêj kiriye!
  • Bira wiha nabe! Divê em rabin ser xwe û tê bikoşin.
  • Bavo zû were!
  • Gelî hevalan, guh bidin min!
  • Xwedêyo, mala te ava be!
  • Dayê, tu meke melezîne!

Her wiha hinek peyvên ji dengên siruştî û teqlîdî jî wekî baneşan têne pejirandin.

  Mînak:
  • vizz!
  • gurm!
  • teeeq!
  • virrr!
  • gurrr!
  • ring!
  • çirîng!
  • tirîng!
  • piss!
  • zing!
  • hwd., ...

Rewşa banglêkirinê biguhêre

Di kurdî de ligel rewşa xwerû û tewandî ya navdêran, rewşa banglêkirinê ya navdêran jî heye.Di rewşa banglêkirinê de navdêrên ku qertafên banglêkirinê digirin, dibin baneşan.Qertafên ku ew digirin li gorî zayend û mêjerê ji hev vediqetin.Navdêrên nêr qertafa -o digirin, navdêrên mê û navdêrên pirjimar jî -ino digirin.

Dema ku em dibêjin; Hevalê!', em qala hevaleke keç, dema dibêjin, Hevalo!, em çêlî hevalekî xort û dema em dibêjin, Hevalino! jî em çêlî çend hevalan dikin.Bi şêweyekî din afirandina baneşanên pirjimar bi alîkariya peyva gelî û bi qertafa tewangê ya pirjimariyê -anê çê dibe.Mîna:Gelî hevalan!

  Mînak:
  • Birako te çi zû xwe de dest!
  • Bavo wisa nabe!
  • Keko rabe! Mala te hilweşiya.
  • Lo dengbêjo, dengê xwe bilind bike!
  • Keçê! Te xêr e, tu çi ji me dixwazî?!
  • Hevalê, bêyî te xebat nameşe!
  • Birano! Dev ji xebatê bermedin!
  • Zarokino! Hûn li hêviya me ne.
  • Gundîno, guh medin cehş û nokeran!
  • Gelî hevalan! Zû em ji vir dûr bikevin!
  • Gelî karkerên cîhanê! Bibin yek.
  • Gelî hişmendan! Aqilê xwe bidin serê xwe.

Silavên Germ ji Mastfiroş