Banbanke an banbankeya Misrê
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Mammalia
Kom: Carnivora
Famîle: Herpestidae
Binefamîle: Herpestinae
Cins: Herpestes
Cure: H. ichneumon
Navê zanistî yê latînî
Herpestes ichneumon
(Linnaeus, 1758)
Belavbûna Banbankeyan li Cîhanê
(kesk - xwecî, sor - heger pêşkeşkirî ye)

Banbankeya Misrê an banbanke (Herpestes ichneumon), cureyekî guhandarên goştxweran e ji famîleya banbankeyan (Herpestidae) ye.

Şayes biguhêre

Dirêjiya banbankeya Misrê di navbera 48–60 cm û teve dûvikê 33–54 cm. Giraniya banbankeya Misrê ji 1.7–4 kg.[2]

Reftar biguhêre

Banbankeya Misrê çalakgerê rojê ye. Banbanke heta 12 salî dijî ye,lê carna digihîje 20 salan di rewşa girtî da.[2][3]

Xwarin û parêzî biguhêre

Banbankeya Misrê goştxwer e ku xwarinên wê ji kojer, balinde, masî, xijende, bejavok, mêş û mûr çêdibin, lê dikane hêk û mêwe jî bixwe.Banbanke dikane êrîşê maregîska Felestînê (Vipera palaestinae), kobrayê çolê (Walterinnesia aegyptia ) û kobrayê jehrtifokê bi qirikê reş (Naja nigricollis) bike û wan bixwe.[4]

Belavbûn û rewşa parastinê biguhêre

Banbankeya Misrê li gihayên savana, daristanan û nêzî avê dijî.[5] Banbanke li Misr, Spanya, Portûgal, Îsraîl,Sûrî, Tirkiye, başûrê Kurdistanê û piraniya welatên bine Sahara yê ji xeynî Komara Kongoyê Dimokratî, rojavayê Afrîkayê Başûr û Namibiya yê têne dîtin. Banbanke pir çendîn e, lê rewşa parastinê banbanke ne di bin xeterê nemabûnê ye.[3]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Herrero, J., Cavallini, P. & Palomares, F. (2008). Herpestes ichneumon. In: IUCN 2008. IUCN Red List of Threatened Species. Downloaded on 22 March 2009. Database entry includes a brief justification of why this species is of least concern
  2. ^ a b "Lioncrusher's Domain". Ji orîjînalê di 5 çiriya pêşîn 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 nîsan 2007.
  3. ^ a b "Animal Diversity Web: Herpestes ichneumon". Roja gihiştinê 17 nîsan 2007.
  4. ^ Ovadia, M. and Kochva. E. (1977) Neutralization of Viperide and Elapidae snake venoms by sera of different animals. Toxicon 15. 541-547.
  5. ^ "Blue Planet Biomes". Roja gihiştinê 17 nîsan 2007.

Girêdanên derve biguhêre

  Li Wikimedia Commons medyayên di warê Banbanke de hene