Balaban
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Falconiformes
Famîle: Falconidae
Cins: Falco
Binecins: (Hierofalco)
Cure: F. cherrug
Navê zanistî yê latînî
Falco cherrug
Gray, 1834
Belavbûna balabanan
Hevwate

Falco altaicus (Menzbier, 1891)
Hierofalco altaicus Menzbier, 1891

Balaban (Falco cherrug) û (bi îngilîzî: Saker falcon), cureyekî şimqaran (Falco) e.

Bêjenasî biguhêre

Beşa duyemîn ji navê zanistî yê latînî (cherrug), ji zimanê hindî hatiye ku wateya wê charg ser balabanê mê ye.[2] Lê navê nas ê balabanê bi îngilîzî Saker ji bêjeya saqir (صقر) ya erebî hatiye û ku wateya wê (şimqar) e.[3]

Belavbûna erdnîgarî biguhêre

Belavbûna balaban ji rojhilata Ewropayê destpê dike û bi Asyayê derbas dibe bi aliyê rojhilatê ta Manşûrya li Çînê diqede. Balaban, balindeyek e koçer ku li Etiyopya, Erebistan û Pakistanê di demê zivistanê dijî ye.

Şayes û reftar biguhêre

Balaban, şimqarekî mezin e û ji laçin (Falco biarmicus) mestir e. Dirêjiya balabanê qasî 47–55 cm û tevî baskan, digihîje 105–129 cm . Rengê ser û beşên jêr qehweyî vekirî ye. Rengê ser zikê balabanê qehweyî ye û rengê pûrtên wê gewr in. Dengê balabanê tûj e wekî kiy-ee tê bihîstin.

Xwarin û Parêzî biguhêre

Xwarina balabanê bi gelemperî ji kojer û balindeyan çêdibe.

Pêşangeh biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ BirdLife International (2012). "Falco cherrug". IUCN Red List of Threatened Species. Version 2012.1. International Union for Conservation of Nature. Roja gihiştinê 16 tîrmeh 2012.
  2. ^ Jobling, James A (1991). A Dictionary of Scientific Bird Names. OUP. ISBN 0 19 854634 3.
  3. ^ "Definition of saker". Collins English Dictionary. Roja gihiştinê 8 tebax 2012.

Girêdanên derve biguhêre