Badoka Henle an jî badoka nefronê (bi inglîzî: loop of Henle -nephron loop)[1] pêkhateyek bi şêweyî U ye, di tûkila gurçikê de ji kotahiya lûleka badayî ya nêzikî dest pê dike, heta destpêka lûleka badayî ya dûrî dirêj dibe.[2]

Badoka Henle di navbera lûleka badayî ya nêzikî û ya lûleka badayî ya dûrî de cih digire.

Lûleka nefronê (lûleka gurçikê) ji sê beşên serekî pêk tê.[3]

  1. Lûleka badayî ya nêzikî (bi inglîzî: proximal convoluted tubule).
  2. Badoka Henle.
  3. Lûleka badayî ya dûrî (bi inglîzî: distal convoluted tubule).

Li gor dirêjiya badoka Henle du cor nefron heye. Giloka mûlûleyan a hin nefronan li nezîkê beşa derve ya tûkila gurçikê de cih digire, nefronên wisa, wekî nefronên tûkilî (bi inglîzî: cortical nephrons) tên navkirin.[4] % 85ê nefronên gurçikê ji nefronên tûkilî pêk tê.[5] Badoka Henle ya nefronên tûkilî kurt e û dirêjiya wan a di nav kiroka gurçikê de hindik e.[4] Badoka Henle ya % 15yê nefronên gurçikan dirêj e. Ji van nefronan re tê gotin nefronên kêleka kirokê (bi înglîzî: juxtamedullary nephrones). Giloka mûlûleyan a nefrona kêleka kirokê li aliyê jêrê tûkilê, li nêzîkî kiroka gurçikê de cih digire.[5]

Pêkhateya Badoka Henle biguhêre

Du milên badoka Henle heye, milê dakêşayî (bi inglîzî: descending limb) ji tûkilê ber bi kiroka gurçikê dirêj dibe .Milê hilkêşayî (bi inglîzî: ascending limb) yê badoka Henle jî ji kirokê dîsa dirêjê tûkilê dibe. Beşa destpêkê ya milê dakêşayî yê badokê piçek stûr e û wekî milê dakêşayî yê stûr tê navkirin. Tîreya milê dakêşayî di nav tûkilê de kêm dibe û wekî milê dakêşayî yê zirav tê navkirin.[4]Milê hilkêşayî bi beşa zirav dest pê dike û di nav tûkilê de coga lûlekê hê firehtir dibe. Ev beşên milê hilkêşayî jî wekî milê hilkêşayî yê zirav û milê hilkêşayî yê stûr tên navkirin.

Milê dakêşayî yê stûr ji rûkeşexaneyên şeşpalû yên sade (bi inglîzî: simple cuboidal epithelium), milê dakêşayî yê zirav jî ji rûkeşexaneyên pehn ên sade (bi inglîzî: simple squamous epithelium) pêk tê. Rûkeşexaneyên şeşpalû yê milê dakêşayî yê stûr ji bo firehtirkirina rûyê coga lûlekê, gellek wirdememîle (bi inglîzî: microvillus) lixwe digirin[6]Di navpoşê milê hilkêşayî yê zirav de rûkeşexaneyên pêhn ên sade û navpoşê milê hilkêşayî yê stûr de rûkeşexaneyên şeşpalû cih digirin[7] Di ser rûyê rûkeşexaneyên şeşpalû yê milê hilkêşayî de wirdememîle tune[1]

Erkê Badoka Henle biguhêre

Badoka Henle dubaremijîna av û sodyum klorur (NaCl) a nav şijûyê rêk dixe.[8]

Milê dakêşayî ya Badoka Henle (descending limb of the loop of Henle) biguhêre

Dubaremijîna avê di nav badoka Henle ya dakêşayî de didome. Li vir cogên avê yên bi navê akuaporîn (bi latînî:aquaporin) derbasbûna avê hêsantir dikin. Ji bo derbasbûna xwê û madeyên tîwawe yê din bi têra xwe cog tune. Ji ber kêmbûna avê, xestiya şijûyê di nav badoka Henle ya dakêşî de zêde dibe.[5]

Milê hilkêşayî ya Badoka Henle (ascending limb of the loop of Henle) biguhêre

Milê hilkêşayî ji kirokê ber bi tûkila gurçikê dirêj dibe û bi lûleka badayî ya dûrî ve yek dibe.[7]

Berevajiyê badoka dakêşayî, milê hilkêşayî ya badoka Henle cogên iyonan lixwe digire, lê cogên avê lixwe nagire.[9] Ango ev beşa badokê rê nade derbasbûna ava nav şijûyê. Di badoka hilkêşayî ya Henle de NaCl ji cogan derbasê nav şileya navbera xaneyan dibe. Di beşa stûr a milê hêlkêşayî de sodyum bi veguhaztina çalak, Klor(Cl-) bi veguhastina neçalak derbasê şileya navbera xaneyan dibe.[10] Ji ber kêmbûna xwêyê û mayîna avê, şijûya xestî ya nav lûlekê,hê rohntir dibe.[11]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  2. ^ Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  3. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  4. ^ a b c Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  5. ^ a b c Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  6. ^ Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  7. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  8. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "loop of Henle". Encyclopedia Britannica, 8 Jan. 2022, [1]. Accessed 27 April 2022.
  9. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  10. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  11. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.