Aspîrîn, di zanistiyê de: acetylsalicylic acid - ASA, ango asîda asetîlsalîsîlîk, dermanekî alîkar e.

Aspîrîn
Hebên aspîrînê, dermanê êşkuj e

Li dijî zêdetîna laş, serêş û sîmptomên arsimê tê bikaranîn. Herwekî ji ber ku xwînê tenik dike, di NDD (nexweşiyên dil-demar), pêşîgirtina mirina masûlkeyên dil de jî bikêr e.

Aspirin wekî dermanekî bisêhr hate pêşwazîkirin. Cara pêşîn ji aliyê fîrmaya dermanan Bayer ve bi xebatên kîmyager Felix Hoffmann di sala 1897'an de hate çêkirin û Bayerê gelek pere qezenckir. Di Şerê Cihanî yê Yekem de wekî êşbirr hate bikaranîn.

Aspîrîn ji pel û qaşikên dara bî (bîdar) tê çêkirin ku 3.500 sal in bandora pelên bîdarê li ser laş tê zanîn. Cureyên nûjen ên aspîrînê ne sade ne. gelek elementên têkildar û vitamînan jî dihewînin.