Asfalt, qîr an jî hele xweyî çebuyî çimentoya asfaltê di xwezayêda an jî beşa mezin ji prosesa rafîneya petrolê wek berhemekî kêlekî tê destxistin. Avabuna kîmyevî a asfaltê, têkelangkî kompleks ya hîdrokarbonan e. Di hindurê wîde kêmzede ev element hene;

  • C 70-85 %
  • H 7-12 %
  • N 0-1 %
  • S 1-7 %
  • O 0-5 %
Qîr di çêkirina riyan de tê bikaranîn

Rêje ya C/H , bandorekî mezin li ser tevger u taybetmendiya asfaltê dike. Dema ev rêje kêmbu, giraniya molekullî u viskozita wî jî kêm dibe. Avabuna asfaltê avabunekî kolloîdal e u ji van endama pêk tê.

  • Asfaltînan- Rêjeya C/H ji 0.8 tan mezin, reş, hişk, fireh, giraniya molekulêra bilind, molekulên hîdrokarbonên vîskoz.
  • Rezînan- Rêjeya C/H di navbera 0.4-0.8 tan de tê guherandin, giraniya molekulêra navîn u molekulên hîdrokarbon ên navîn vîskoze.
  • Run- Rêjeya C/H ji 0.4 an biçuk, giraniya molekulêra biçuk, herî reng vekirî u molekulên hîdrokarbon ên herî hindik vîskoze.

Asfalta Xwezayî biguhêre

Asfalten Gola- Asfaltên vî tîpê piranî li Venezuela (Bermudez), Trînîdad (Tobago) tê rastandin. Kanîyanda ji xîzê biçuk u bitumê kêmzede 39 % bitum heye.Bi vî awayê meriv dikare wî di rêyande bikarbîne.

Asfalten Xîz-Asfalten vî tîpe di nava xîzande tevlihev tê ditin.Kanîyen heri girîng u mezin li Kanada (Alberta), Amerîka (Gîlsonîte) tê dîtîn.

Asfalten Zinaran-Asfaltên vî tîpê di nava qelişê zinaranda wek cuhe tên dîtîn.ji van zinaran re Asfaltît tê gotin u asfaltît li erdnîgariya me de gelek tê ditin.Li cihanêde a herî mezin u girîng Amerîka Kentuck’e ye. Meriv dikare vana perçebike u bike melzemê rêya.

Asfaltîtan, bi metamorfîzma petrolê hatîye çêkirin u maddeyên xwezayî ên wekasfaltîye. Li Kurdistanê nêzikî 200 mîlyon rezervê wî hene. Ev rezerve niha ji alîye kolonîstan tê derxistin u ji welatê me durdikeve. Alîyeki din de ji bo dadandinê jî te bikaranîn.