Artîşok
Cynara scolymus
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne aşkera ye): Angiosperms
(ne aşkera ye): Eudicots
(ne aşkera ye): Asterids
Kom: Asterales
Famîle: Asteraceae
Êl: Cynareae
Cins: Cynara
Cure: C. cardunculus
Navê zanistî yê latînî
Cynara cardunculus
L.

Artîşok (Cynara scolymus), riwekek ji famîleya stêregulan e. 50–150 cm bilind dibe, di pêjgehan de tê bikaranîn. Riwekeke pirrsalane ye. Ji parevên Deryaya Navîn, bakurê Afrîka, Îran û Kurdistanê belav bûye.

Herçendî di pêjgeha kurd de tê bikaranîn jî, li Kurdistan çandiniya wê nakin. Sedemê herî mezin şer e ku rewşa asayî xirab kiriye. Li Îtalyayê ji artîşokê lîkoran çêdikin. Di sedsala 15em de derbasê Brîtanya û bakurê Ewropayê bûye.

Di warê tenduristiyê de biguhêre

Pelên wê bê qemçik in. Bo kîsikê zirav, cegerê tê pêşniyarkirin. Alkol, nîkotîn û bezê ji kêm dike, asta amonyak û kolesterolê dadixîne. Ji aliyê vîtamînên A û B dewlemend e. Kepîrgirtina damaran (ango tengbûna damaran) dereng dixîne, agirê laşê dadixîne. Bo ba, zerika zer û zerika reş, şaneyên tûreyê, pêşîlêgirtina vartoyiyê (vîrik, îshel) bikêr e.

Pêşangeh biguhêre

Çavkanî biguhêre

  • David J. Keil: Cynara. In: Flora of North America Editorial Committee (Hrsg.): Flora of North America North of Mexico. New York and Oxford, 1993+. Bd. 19, S. 89. online, abgerufen am 4. Februar 2008
  • Gabriella Sonnante, Domenico Pignone, Karl Hammer: The Domestication of Artichoke and Cardoon: From Roman Times to the Genomic Age. In: AOBPreview, 4. Juli 2007. doi:10.1093/aob/mcm127 (îngilîzî)
  • Mireille Jochum-Guillou, Marion Zerbst: Artischocke – die gesunde Delikatesse. Trias, Stuttgart 1998, ISBN 3-89373-466-X (almanî)

Girêdanên derve biguhêre

  Wîkîferheng: artîşok – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir