Amelia Earhart

Hewavana pêşeng û nivîskara amerîkî

Amelia Mary Earhart (24ê tîrmeha 1897an - 5ê kanûna paşîn a 1939an de weke mirî hate îlankirn) balafirvaneke amerîkî bû.

Firokevana amerîkî Amelia Earhart

Amelia Earhart li Atchinson, Kansasê (DYA) hatiye dinê. Ew jina pêşîn bû ya ku di sala 1932an de bi tenê ser Atlantîkê navbera Newfoundlandê û Walesê firiya. Dû re di 1935an de ji Hawaiiyê heta Kalîforniyayê jî firiya. Di 1937an de bi firokeya xwe dest bi gerîna li dora dinyayê kir û di roja 2ê tîrmeha 1937an de dema bi ser Okyanûsa Mezin de firiye balafira wê nêzîkî girava Howlandê winda bû û ji nû ve nehate dîtin. Mirina wê bi awayê fermî di 1939an de hate tomarkirin.

Amelîa Mary Earhart! Yekemîn balafirvana jin a ku li ser Atlantîkê navbera Newfoundlandê û Walesê firiya. Jiyaneke bi serpêhatiyan re dagirtî di 24ê tîrmeha sala 1897an de li bajarê Amerîka Kansasê destpêkir. Amelîa hîn di zaroktiya xwe de xwedî dileke maceraperest bû. Ji ser daran ne dihat jêrê. Her tim dixwest hevraz biçe, bigîhe jiyana li ser ewran û baskên xwe azad bike.... Piştî dibistana destpêk û ya navîn, dev ji zanîngehê berda û ji bo dermankirina birîndaran di dema yekemîn şerê cîhanê de li nexweşxaneya leşkerî ya li Kanada bû hemşîre. Piştî vegera Emerîka li Bostonê demekî jî xebatên civakî meşand. Di nava 6 heyvan de, bi pereyên ku di wê demê de top kir, di sala 1921ê de dest bi perwerdeya firanê kir.

Di sala 1929an de Amelîa bû yekemîn serokê rêxistina balafirvanên jin a bi navê 99. Di sala 1928an de balafireke Avro-Avîan kirî û dest bi serpêhatiyên xwe kir. Bi balafira xwe ya nû tevlî gelek pêşbirk û festîvalan bû û hunerên xwe yên firanê pêşî hemû cîhanê kir. Amelîa piştî rêwîtiya xwe ya di sala 1932an a di navbera Atlantîk û Îrlandayê di cîhanê de deng veda. Piştî vê bûyerê Amelîa gelek caran tenê bi serê xwe rêwîtiyên dirêj pêk anî û di navbera Amerîka û Ewropayê firiya... Her rêwîtiya wê dibû nuçeya serete di çapemeniya cîhanê de. Lê belê Amelîa hîn ne gihiştî bû armanca xwe ya mezin. Bi piştgiriya Zanîngeha Purdue Amelîa dest bi amadekariyên xwe kir. Armanc: tenê bi serê xwe li derdora cîhanê bifire... Di wê demê de ev bûyer serpêhatiyeke gelek bi xeter bu, ji ber ku teknolojiya hewageriyê hîn ewqas pêş neketîbû. Lê tu tişt nikarî bû Amelîa rawestîne... “ Hewl bidin min fêm bikin...

"Pêwiste ez vê rêwîtiyê pêk bînim. Divê ez ji bo tehaviya jinan pêkbînim.. Ji ber ku divê jin jî bikarîbe wek zilaman her karê bike. Eger ez bi ser neketim, wê demê ev serpêhatiya min wê ji bo gelek jinan bibe sedema armancên mezin”

Di 17 adara sala 1937an de Amelîa dest bi cerbandina yekemîn kir, lê belê ji ber pirsgirêkên teknîkî fira xwe di nîvî de qut kir... Di 1ê tîrmeha sala 1937an de careke din hewl da gera xwe li derdorê cîhanê pêk bîne... Vê carê her tişt amade bû û wisa xuya bû ku wê bi ser keta... Tevî rêhevalê xwe yê teknîkî dest bi fira xwe kir... Rêwîtî 2556 mîl bû, lê belê piştî 800 mîl têkiliya di navbera balafira Amelîa û qûleya kontrolê qût bû... Amelîa wê demê li ser okyanûsa Pasîfîkê difiriya... Careke din tu xeber jê nehate stendin...Piştî lêgerîneke berfireh ya 2 sal dewam kirî Amelîa Earhart û hevlê wê mîrî hatin îlankirin..Hîn jî kes nizane ka çî bi serê wê hat û çawa wûnda bû...Rêwîtiya Amelîa Earhart li ser deryayên kûr bi dawî bû.