Alparslan Türkeş

Siyasetmedarê tirk ê nîjadperest

Alparslan Türkeş (navê rastî: Ali Arslan[1]) (jdb. 25ê çiriya paşîn 1917 li Nîkosiya – m. 4ê nîsanê 1997 li Enqere) damezrêner û serokê tevgera neteweperest a tirk MHPê, yek ji endamê hêzên biçek ên tarî ÖHD, leşker û ramyarê Tirkiyê bû û ajanê berê yê CIA di dema Şerê Sar de.[2][3]

Alparslan Türkeş
Jidayikbûn25 çiriya paşîn 1917 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nicosia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin4 nîsan 1997 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Enqere Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêMirina masûlkeyên dil li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêEnqere Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye, Bakurê Kîprosê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Kuleli Military High School
  • Turkish Military Academy Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Meqam
  • endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
Zarok
  • Tuğrul Türkeş
  • Ahmet Kutalmış Türkeş Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Di sala 1948î de akademiya leşkerî kuta dike û bi tevî xebata xwe ya di sîxuriyê de dest bi polîtîkayê dike. Sala 1955î ji aliyê artêşa Tirk ve bo perwerdeya bilind a şerê derûnînasiyê di nava baskên NATO de tê şandin. Di cûntaya leşkerî ya 27ê gulanê 1960î de wekî birêvebirek cihdigire. Di demeke kurt de hin nakokî di navbera wî û birêvebirên din de derdikeve û ew bi cezayê dûrxistinê dişînin Hindistanê.

Di nava partiya bi navê Cumhuriyetçi Köylü Millet Partisi (Partiya neteweya gundî ya komarger) de dest bi xebatê dike û di sala 1969î de li bajarê Edeneyê navê partiyê werdigerînin Milliyetçi Hareket Partisi (Partiya tevgera neteweperwer). Di nava salên 31ê adarê 1975 - 21ê hezîranê 1977 û 11ê hezîranê 1977 - 5ê kanûna paşîn 1978 de wekî cihgirê serokwezîr peywirdariyê digire. Di heman demî de Türkeş bo cara yekemîn bi alîkariya bîrdozê Tirk Hüseyin Nihal Atsız hin elementên nîjadperestiya Tirk diafirînin. Gurê boz wekî sembola Tirkan tê pejirandin û efsaneya Împaratoriya Roma ya Romulus-Remus jî wekî efsaneya neteweyî ya Tirkan tê hilbijartin. Türkeş hemî van nêrînên xwe di pirtûka xwe ya navdar Dokuz Işık de diweşîne.

Piştî cûntaya leşkerî ya 12ê îlonê biguhêre

Türkeş bi sedema organîzekirina kuştina 5000 mirovên Kurd, çepgîr, sosyalîst û rewşenbîran ji aliyê artêşê ve tê darizandin. Türkeş di dadgehê de dibêje "Em girtî lê ramanên me desthilatdar in". Bi qasî 4,5 cezayeke sistkirî dikişîne û dîsa dest bi polîtîkayê dike.

Ew bi mirina masûlkeyên dil jiyana xwe jidestdide. Meytê wî bi seremoniya dûgelê tê veşartin.

Gurê çeçenan, efsaneya romayiyan biguhêre

Gurê boz ji aliyê Türkeş ve wekî sîmbola tirkan tê bijartin. Di mîtolohiya qefqaziyan de heye. Gorî baweriya çeçenan, gur heger rûniştî be cîhan di rehetiyê de ye, lewra çeçen di aşitiyê de ne. Lê heger li ser piya be, wê gavê cîhan tevlîhev e, lewra şervanên gelê çeçen di şer de ne, Xwedê dizane heya rûnên çi tê serê erdxanê (dinya). Hin dibêjin jiber ku Türkeş jî qefqazî bûye, di malbatê de bi vê efsaneyê hesiyaye, ji wir girtiye.

Di mîtolojiya romayiyan de Romulus û Paulus du romayî ne ku bingeha şarezayiya romayî avêtine, damezirandine. Ev herdu dema pitik bûne ji aliyê dêlegurekê ve tên mijandin û xwedîkirin. Mezin dibin, romayî jî ji nesla wan tên. Türkeş van efsaneyan jî dike para tirkan û bikartîne. Giregirê nîjadperestiya tirk Nihal Atsız li dijî Türkeş derdikeve.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Türk Dünyasının Bilge Lideri Türk Milliyetçiliğinin Kurucusu Başbuğ Alparslan TÜRKEŞ'in Hayatı".
  2. ^ "Alparslan Türkeş'i ölümden kurtaran CIA ajanı kimdi". www.odatv4.com (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 28 adar 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 hezîran 2023.
  3. ^ "Alparslan Türkeş CIA ajanı mıydı ? | Güncel". www.haber3.com. Roja gihiştinê 16 hezîran 2023.