Dema tîpên yekem yên rêzikên helbestê ji jor ber bi jêr ve bêne ser hev wateyekê derdixin, jê re "akrostîş" tê gotin. Yanî eger em wan tîpan danêne ber hev, dê peyveke watedar - ku mebesta helbestvanî/ê ye - çê bibe. Wêjeya tirkî de jê re "muvaşşah" yan jî "îstîhrac" hatiye gotin. Di wêjeya kevin a yewnanî û wêjeya latînî de "akrostîş" tê wateya "serê rêzikê". (Yewnanî: "akron"= ser, "stichos" = rêzik), di Farisî de jî موشح tê gotin.

Mînak:

"Wisa dibarim bi ser te de
Esra teng bi xuşîn baran im
Lîre lîra peşkên min li porê te
Avdeyên te li xwe digerînim
Ta bi ta şeh mîna diya te


Tîpên yekem yên rêzikên helbestê li ser hev "WELAT" derdixin holê.

Mînaka duyem

Wey waro!

Ez im,

Lalê te îro,

Ax axê hero!

Tawanbarê te me lo.

Mebest ji tîpên yekem yên van rêzikan -W+E+L+A+T- jî peyva WELAT e. Bi kurdî jê re <TÎPBENDÎ> tê gotin. Helbest ji: Ûsibê Bêmal