Akram Hidou
Akram Hidou (jdb. 1973 li Serê Kaniyê, Hesîçe, Rojavaya Kurdistanê) derhêner, kameravan û senarîstekî kurd e.
Akram Hidou | |
---|---|
Jidayikbûn | 1973 |
Pîşe |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Jiyana wî biguhêre
Akram Hidou di sala 1973an de li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavaya Kurdistanê ji dayîk bûye.[1] Akram Hidou piştî perwerdeya Abîtur û bijîşkî di sala 1995an de ji ber sedemên ramyarî hat Almanyayê. Di çar salên pêşîn de li Almanya, Akram Hidou ji bo naskirina ramyarî wekî penaber şer kir. Di sala 2003an de li Hannoverê perwerdeya kamera û montajê qedand. Ji xeynî karê kameravanê, di destpêka sala 2010an de xwendina xwe ya derhêneriyê li Akademiya Ruhr ji bo Hunerê li Dortmundê qedand. Akram Hidou ji sala 2006ê ve li Berlînê dijî û kar dike. "HELEBCE - Zarokên winda" yekem belgefîlma dirêj e.[1]
Fîlmnîgarî biguhêre
Derhênerî biguhêre
- Halabja ― the Lost Children» 72 min, HD, 2011
- Déjà-vu kurtefîlm, Beta SP, 2004
- Radio Hîwa kurtefîlm, Beta SP, 2003
- Ubi bene ibi patria kurtefîlm, DVCAM, 2001
Kamera biguhêre
- «Halabja ― the Lost Children» 72 min, HD, 2011
- «Der Kreis» kurtefîlm, HD, 2009
- «Kidnapped Factory» kurtefîlm, Super 16 mm, 2009
- «Ronî» kurtefîlm, HD, 2008
- «Axîn» 73 min, HD, 2006
- «Ubi bene ibi patria» kurtefîlm, DVCAM, 2001