Abgal, mavê kalekî ku di dema Sûmerîyan de jîya ya. Di dema Sumerîyan de jê re "abgal" tê gotin. Di dema Akadîyan de jî tê gotin ku jê re "Apkallu". Abgal, bi tememî weke xwûdayekî nayê nîşandî. Weke mirovekî ku nîvxwûda tê nîşandin. Tê gotin ku ew ne xwûdayaka. Lê ji aliyekî Xwûda Enkî ve hatîya afirandin li dunyê ji Dîlmun ê. Şandina wî jî, sedeme wê, ew tê nîşandin ku enkî ew şandîya ku ew şarîştaniyê di nava mirovan de pêş bixe.

Koka gotina Abgal biguhêre

Di kurdî de Abgal, taqabûlî gotina "kal" dibê. Weke ku tê zanîn jî, heta roja me, gotina kal, wateya xwe parastîya û di wate "mirovên pîr" de ya. Mirovên pîr, weke mirovna ku ew dayimî bi zane na têna ziman. Ev têgotin, heta roja me jî, di nava kurdan de bi kevneşopî hebûna xwe parastîya û maya. Abgal, Enkî, Şandîya. Lê weke bawermendekî jî tê nîşandin. Ji keyan re û ji yên serdest re, bi aqil, abgal, ji aliyê Enkî ve hatîya şandin ku şarîştaniyê bi wan pêş bixe. Tefsîrkirina wî, di şeklê masî de tê nîşandin. Kar û barê wî û berpirsîyarî wî ew a ku ew a kevneşopî, çand û şarîştanîyê bide mirovan. Bi vê yekê, weke zaneyekî tê tefsîrkirin. Abgal, aqilmendê û şêwirmendê keyan û yê ku rêya şarîştanîyê di nava mirovan de bide nîşandin a.

Enkî, aqil, weke dîyarîyekê daya wî û ew jî, wê bide mirovan. Tê gotin ku wî, di nava mirovan de, têgihiştin û zanîna zawacê pêşxistîya.

Çavkanî biguhêre