@ yan nîşana @ (bixwîne nîşana at) yan jî nîşana at, nîşanek e ku bi taybetî li ser înternêtê tê bikaranîn. Wateya @'ê (at) bi îngilîzî, "ji bo, bo, jê re" ye.

Ji destpêka ku înternet ket jiyana me heta îro, nîşana "@", bû nîşana ku me herî pir bikaranî. Bikarhênerên amator, şîrketên tîcarî, hunermend, karmend, nivîskar û hwd. hema bêjin herkes, e-nameyek stend û nîşana "@" xist ber navê xwe. Ev nîşan bû sembola modernîzm, têkiliyên hevçax û girêdayîbûna înternetê. Baş e gelo hûn dizanin ev nîşana ku di jiyana me de bû ye xwedî ciheke mezin, xwedî dîrokeke 500 salî ye? Beriya ku em li dîroka kevnare ya nîşana "@" binerin em li dîroka nêzîk ya vê nîşanê çav bavêjin. Nîşana "@" gava yekem wek perçeyeke e-name yê, di sala 1971 ê de ji aliyê Roy Tomlînson ve hate bikaranîn. Tomlînson'ê mihendîsê kompûteran ji bo bi kurtasî mesaja elektronîk ku cara yekem ji xwe! re şandi bû, îfade biki, nîşana "@" hilbijart. Baş e Tomlînson ji bo çi nîşana "@" hilbijartibû? Tomlînson bersîva vê pirsa wiha dide: "Min li nîşanek ku di navê tu kesekî de tunnebe û nebi sedema tevlîheviyê geriya.

Ma cara yekem vê nîşanê kêseyan bikaranî? biguhêre

Baş e gelo ev nîşan di kompûteran de çawa hate bikaranîn? Zimannasan li ser vê mijarê dibin dualî. Li gor hinekan, ji bo cara yekem di destpêka serdema navîn de ji aliyê kêşeyên ku li ser berhemên destnivîsarî dixebitî hate bikaranîn. Nîşana "@" a kêşeyan "ad"a ku di latînî de dihat maneya "di nav de" û "nêzîkê wê de" temsîl dikir.

Rastî ev bû ku piraniya zimanzanan difikirîn ku nîşana "@" di demek nêzîk de, di sedsala 18. de hatiyê dîtin. Li gor pisporan "@" di wê demê de sembolek ticarî bû ku di têkiliyên aborî de dihate bikaranîn.

Mînak: Dema ku dihate gotin "5 sêv @ 10 penî", dihat wê wateyê ku yekeyek bi 5 sêvî, bi deh peniyê tê frotin.

Dîrokek 500 salî biguhêre

Lêbelê, lêkolinerek Îtalyan derxist holê ku di dokumentên sedsala 14. ya Wenedikiyan de bi awayekî berçav tê dîtin ku nîşana "@" hatiye bikaranîn. Di van dokumentan de nîşana "@" wek sembolek pîvanî ji bo "anfora" an jî "kûp" ê dihate bikaranîn. Her wiha lêkolînereke bi navê Gîrogîo Stabîle di ferhengokek Latînî-Spanyolî ku di sala 1492 de hatiye nivîsîn keşf kir ku peyva "anfora" tê wateya "arroba" ku pîvanek giraniyê ye. Di dawiyê de nîşana "@" wek "a ya ticarî" di sala 1885 ê de, di klawyeyên yekem makineya nivîsê ya bi navê Underwood ê de ci! hê xwe girt. Ji wê rojê heta îro di klawyeyên kompûteran de wek nîşana e-name yê hate bikaranîn.

Di van rojên dawî de pirsgirekên li ser xwendina "@" ê de tê ditin. Naveke gerdûnî û hevbeş ya vê nîşanê tuneye. Îspanyol û Portekîzî wek weteya wê ya dirokî jê re dibêjin "arroba", Fransizan jî hinek vê peyvê diguherînin û dibêjin "arobase". Amerîkî û brîtanî jî "at-sign" (nîşana at) bikartînin. Almanan dibêjin "at zeiczhen", Japonan jî! wek "atto maak" dixwînin. Di tirkî de nîşana "@" carna wek "guzel a" (a ya xweşik) tê bikaranîn. Di nav kurdan de ev nîşan bi piranî wek "et" an jî "nîşana et" tê xwendin.

Gelo dişibe kîjan heywanî biguhêre

Li hîn welatan ev nîşan li heywanên cûda cûda tê şibandin. Alman, holendî, mecar û afrikiyên ji başûr, nîşana "@" dişibînin wek teriya meymûnekê. Vê nîşanê fransizan wek şeytanokekê, danîmarkiyan wek xortima fîlekê, norwêcî wek teriya berazekê, Çîniyan wek mişkekê biçûk, rûsan wek kûçikekê, fînlandiyan jî wek pisîkek razayî dibînin.

Çavkanî biguhêre