Şorbeya mirîşkê, avsîra tûtikê, şorbeya kergeyê, germiya mirîşkê yek ji şorbeyên navdar e ku di pêjgeha kurd de herwiha cihê xwe girtiye.

Standardeke vê şorbeyê nîne

Ferhengok biguhêre

  • Balûk an balûl, ji paşiya mirîşkê re dibêjin, anûsa mirîşkê
  • Tûtîk, kerge, mirîşk hevwate
  • Mirîşka avî, mirîşka reş, mirîşkbejik ûêd cureyên vê ajalê ne
  • Dîk, heke, dîkil, kelebab, keleşêr hevwate ne, mirîşkên nêr in
  • Cûcik, lîçik, leyîr, çêçik, çîçik, çêlikên ajalên malê

Berkeliya (melzemeyê) şorbeya mirîşka ya Semsûrê biguhêre

  • 2 SA (stekana-qedeha avê) ard (arvan)
  • 2-3 dd (dendik) sîr
  • 150 gr ji singê mirîşkê
  • 1 hêk
  • Sirke
  • 1 SA mast
  • Xwê (solin)
  • Îsota sor (îsota tûj, îsota pûlpelî)

Çêkirin biguhêre

Quşxaneyê bînin, mast û ard berdinê. Hêkê biçelpînin nava mast, 3-4 SA avê berdin ser. Goştê mirîşkê yê hûrkirî û sîra kutayî tevlî bikin, bikelînin.

Kel bidawî bû rûnê nivîşk û sirkeyê tevlî bikin. Îsota tûj û xwêyê jî pê werbikin, bînin ser destexaneyê (sifre).