Şerab, şorav, xwînî, wîn (bi latînî: vinum) vexwarineke alkolîk e ku ji tiriyan (tirî, tirih, tirab) tê çêkirin û li Kurdistan û Anatolyayê ji demên gelek kevnare tê çêkirin[1][2][3][4][5][6].

Şeraba fransî navdar e

Gorî cureyê tirabê, şerab jî dikare sor, reş an spî be. Hin cureyên şerabê hene ku ji fêkiyan û birincê tên çêkirin lê ne ewçend navdar in.

Etîmilojiya şerabê biguhêre

Şerab ji latînî (vino, vinum) derbasî zimanên rojavayî bûye. Tê texmînkirin ku cara pêşîn di sefera Îskenderê Mezin a berî Hindistanê de Ewropayiyan şerab dîtine û birine wir. Vin (bilêvkirina kurdî: vîn), gorî hin zanyaran ji bêjeya gwini (wekî xwînê) ya gurcî derketiye.[çavkanî hewce ye]

Bi hatina ereb û îslamê wekî huner, muzîk, wênesaziyê alkol û şerab jî hatiye qedexekirin. Bi texmînî bêjeya şerab ji demê şûnde wekî macazî ketiye zimanê kurdî û zimanên din ên îraniyan (lewra ew jî pirranî ola îslamê dihewînin).[çavkanî hewce ye]

Kurtedîroka şerabê biguhêre

 
Wîsle, alaveke kevnar e ji bo givaştina tirî û çêkirina şerabê ye.

Li gorî zaniyaran, bi taybetî li herêmên wekî Kurdistanê[1][2][3][4][5][6] û bi giştî li deverên Hîvika Derametbar di sedsala 6'em a beriya zayînê de hatiye çêkirin. Ji bo vê yekê texmîn dikin ku dibe ku destpêka çêkirina şeraban li vê herêmê be; wekî din, navê tiriyê di gelek zimanan de wekî bi zimanê kurdî ye. Ji ber ku şorîn e, di çanda devkî ya kurdî de wekî şorav, şorab, şerab hatiye binavkirin[çavkanî hewce ye]. Di zimanên îranî yên kevn de ab (av) e.

Dîsa di şarezayiya Misirê û ya Yewnanistana kevnare de jî hilberîna şerabê bipêşketî bûye. Di ola xristiyaniyê de şeraba ku bêî tevlîbûn e, wekî vexwarineka pîroz hatiye destnîşankirin. Herwekî di ola zerdeştiyê, elewîtîyê de jî cihekê xwe yê girîng heye.

Şerab di çand û hunerê de sîmbola evînî û bohemyayê ye. Gava mirov behsa şerabê bike, divê mirov helbestvan û fîlozofê faris Omer Xeyam ji bîr neke.

Piştî belavbûna ola îslamê li Kurdistanê tê gotin baxçeyên tiriyan ên bêhempa hatine qedexekirin û tunekirin. Lewra îslamê hemî cureyên vexwarinên eywankirî qedexe kiriye. Lê îro kêm be jî li Mêrdîn, Dîlok û Rihayê dîsa hilberîna şerabê ji tiriyên Kurdistanê tê kirin.

Welatên ku di rêza sereke de hilberînê dikin biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b http://www.thebacchus.org/2012/11/dna-sleuth-trace-wine-grape-origins-to-southeast-turkey/[girêdan daimî miriye] (li gora "The bacchus", Sarab ji Kurdistan hatî)
  2. ^ a b http://archeologie-vin.inrap.fr/Archeologie-du-vin/Histoire-du-vin/Neolithique/L-histoire/Sciences/p-13116-Identifier-la-presence-de-la-vigne-et-du-vin.htm ( li gora "Archéologie du Vin", Sarab , berî Zayîne -8500 û -6000, li girava çemên Firat û dîcle hate)
  3. ^ a b http://www.wine-searcher.com/m/2012/11/wine-roots-anatolia-turkey-origins (li gora "Wine researcher", aslê Sarab ne Ermenî, ne gûrcî, ne Yewnanî ye, le aslê Sarabê ji rojhilata basûre anatolî ye, yanî Kurdistan bakûr)
  4. ^ a b http://www.winespectator.com/webfeature/show/id/47773 (Li gora "Wine inspector")
  5. ^ a b http://www.hurriyetdailynews.com/dna-sleuth-hunts-roots-of-wine-in-anatolian-region.aspx?pageID=238&nID=35571&NewsCatID=377 (Li gora rojnameya tirk bi zimanê îngilizî "Turkish daily news", aslê Sarabê ji basûrê rojhilata anatolî ye, li gora vê rojname, aslê Sarabê ne Gûrcî, ne Ermenî, ne Îranî ne)
  6. ^ a b Kopîkirina arşîvê, Ji orîjînalê di 30 çiriya paşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 30 çiriya paşîn 2012{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)