Şemamok (bi latînî: Cucumis melo var. dudaim) fêkiyek ji petêxan e. Bi qeysî kulma zarokekî mezin e. Rengê sor û xetên zer in.Ew jî weke petêxan bi leman ve û havînê şên dihê. Bêhna wê pir xweş e.
Zarok gelek ji vê fêkiyê hez dikin. Mezin ji nexasim jî bûk wê ji bo rewşê bikartînin.