Şaqaviyê spî yê mezin

Şaqaviyê spî yê mezin
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Pelecaniformes
Famîle: Ardeidae
Cins: Ardea
Cure: A. alba
Navê zanistî yê latînî
Ardea alba
Linnaeus, 1758
Hevwate

Casmerodius albus
Egretta alba

Ardea alba melanorhynchos

Şaqaviyê spî yê mezin yan kerê roro (bi soranî: şawespîlke; bi latînî: Egretta alba), cureyekî şaqaviyan e.

Şayes biguhêre

 
Têjikên şaqaviyê spî yê mezin

Şaqaviyê spî yê mezin 95 cm dirêj e. Kelwaş spî ye. Gerdena wî gelek dirêj e. Nikul zivistanan zernarincî ye û havînan rengreşekî binzer e. Navbera çavî û nikulî kesk e. Spîlka çavan zer e. reş in bavşîn in û ji serî ve rengzer in. Nêr û rengek in.[2]

Reftar û jîngeh biguhêre

Li Kurdistanê bi qetlazî ji çiriya yekê heta dûmahiya nîsanê li kinar û perê robar û ger û golên kêm gil û giya dihê dîtin. Komkome di nav qeramî û levenan û darûbarên berlêvên robaran de hêlînan çêdikin.

Xwarina wî behra pitir masî û piq in.

Belavbûn biguhêre

Li başûrê rojhilata Ewropayê û li Asyayê ji Tirkiyeyê û Îranê heta başûrê Sîbîryayê û bakurê Çînê û Japonê têjikan tîne der. Zivistana xwe li bakurê Afrîkayê û başûrê rojava ya Asyayê derbas dike.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Şablon:IUCN2010
  2. ^ Îsmaîl Taha Şahîn (2006). Balindeyên Kurdistanê. Spîrêz, Dihok.
  • Îsmaîl Taha Şahîn (2006). Balindeyên Kurdistanê. Spîrêz, Dihok. (Bi tîpên erebî ye, ji bo tîpguhêziya latînî û wîkîpedyandina nivîsê, bikarhêner MikaelF).
  • Zana Farqînî (2004). Ferhenga kurdî-tirkî. Enstîtuya Kurdî, Stenbol.
  • H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nin Kuşlari (Kuzey Afrika ve Orta dogu dahil). Türkiye Dogal Hayati Kuruma Dernegi, Stenbol. ISBN 975 94098 28
  • D. Îzolî (2007). Ferheng. Kurdî-tirkî Tirkî-kurdî. Deng, Amed.
  • R.F. Porter, S. Christensen, P. Schiermacker-Hansen (1996). Field Guide to the birds of the Middle East. T & A D Poyser, London.

Girêdanên derve biguhêre