Li gor serpêhatiyek dîrokî Damokles dilxwazekî sitemkarê Syrakûsê Dionysios I. anjî Dionysios II. bû û di sedsala 4'a berî zayinê de jiyaye.

Şûrê Damokles ji Richard Westall

Ev serpêhatî di pirtûka Cicero tusculanae disputationes 5,61-62 de hatiye behskirin. Damokles bi rastî jiyaye an na, ne diyarê, lê serpêhatî bi vî awayî behsa wî dikê:

Damokles kesekî ku bi jiyana xwe ne dilxweş bû. Ew pir dihesidî jiyana sitemkar Dionysios û pesnê hêz û dewlemendiya wî dida. Dionysios jî rojekê biryar da kû wan xweşî û bihuriya jiyanê kû bi kar û cihê wî ve girêdayî ne, bîne pêşberî çavê Damokles. Dionysios rojekê Damokles dawetî mala xwe kir û pêşniyar kir ku ew li dora masa şahîtiyê rûnê, lê berê li ser cihê ku Damokles rûnê şûrekî mezin ku tenê bi porekî hespan girêdayî bû, bicih kiribû.

Dema Damokles ew şûrê li ser serê xwe dît, wî nekarîbû tu tahmê ji wan xweşiyên ku pêşkeşî wî dihatin kirin bikê û ji Dionysios rica kir, ku ew dixwazê wê xweşî û metirsiyên ku pêre girêdayî ne bicih bihêlê. Damokles dît û fêr bû, ku dewlemendî û serkeftin nikarin jiyana mirov biparêzin.

Ev serpêhatiya Damokles weka Şûrê Damokles heta îro di gelek wêne, çîrok û gotinan de cih girtiye. Şûrê Damokles weke Metafora (bi almanî: Metapher) metirsiya ku bi cihekî, ku ji dûr ve xweş xwiya dikê, girêdayî ye tê bikaranîn.