İbrahim Tatlıses

Stranbêj

İbrahim Tatlıses (bixwîne wekî Îbrahîm Tatlises) navê wî yê rastîn İbrahim Tatlı ye lêbelê paşî wekî Tatlıses guherandiye. Stranbêjekî tirk e. Lê di eslê xwe de diya wî kurd e û bavê wî jî ereb e. Ew di sala 1952an de li Rihayê hatiye dinyayê.

İbrahim Tatlıses
İbrahim Tatlı
Jiyan
Bernavİbo, İmparator
Jidayikbûn1952
Riha
Cureyê muzîkêMuzîka romî
AmûrStran, romî
Malperwww.tatlises.com.tr
biguhêreBelge

Di destpêkê de wî jî wekî gelekan awaz û stranên kurdî bi gotinên tirkî distra, dikir dewlemendiya muzîka tirkan. Wî jî bi pêla muzîka erebî (arabesk) ya salên 90î ve arabesk got.

Tatlises niha pirranî şovmeniya TVan dike. Herwiha birêbebiriya fîrmayên xwe dike. Çend caran stranên kurdî jî gotiye, lê bi tevayî xwe ji cîhana kurdan û hunermenên kurd dûr digire.

Çavkanî biguhêre