Îdir (parêzgeh)

parêzgehekê Tirkiye

Îdir (bi tirkî: Iğdır) parêzgeheke Bakurê Kurdistanê ye. Navenda wê bajarê Îdirê (Reşqelas) ye. Nifûsa parêzgeh bi piranî ji kurdan pêk tê. Nifûsa gelên biyanî yên wekê azerî, tirk û ermenî sedî 20 ji nifûsa parêzgehê pêk tînin. Îdir di 27ê gulana sala 1992an de bi zagona jimareya 3806an wekê parêzgeha 76emîn a Tirkiyeyê hatiye damezrandin. Beriya ku Îdir bibe parêzgeh yek ji navçeyên parêzgeha Qersê bû û beriya wî jî Îdir girêdayî Wîlayeta Bayazîtê bû.

Parêzgeha Îdirê
Iğdır
Koda parêzgehê: 76
Nexşeya navçeyan
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Serbajar Îdir
Demografî û erdnîgarî
Gelhe (2008) 184.025 kes
Rûerd 3.588 km2
Berbelavî 51,3 kes/km2
Binebeş
Hejmara navçeyan 4 navçe
Hejmara bajarokan 8 bajarok
Hejmara gundan 156 gund
Agahiyên din
Dem UTC+2
Koda telefonê (+90) 476

Erdnîgarî biguhêre

Parêzgeha Îdirê bi Ermenîstan, herêma Azerbaycanê ya Naxçivan û Îranê re hevsînor e. Eyaletên cîranên Îdirê li bakurê rojava Qers û li başûr jî Agirî ne. Navê xwe yê berê Zuraşat e. Îdir parêzgeha tenê ye ku bi sê dewletan re hevsînor e. Ji ber nebatan ji Îdirê re Îdira Kesk jî tê gotin. Çiyayê Araratê bi giranî di nav sînorên Îdirê de ye. Rûbera parêzgehê 3.664 km2 û nifûsa wê jî 203.594 (2022) ye.[1]

Ji ber avhewaya germ pembû li Îdirê tê çandin. Sînorê girtî yê bi Ermenîstanê re li pey Çemê Arasê diçe. Germahiya herî zêde dikare ji 40 °C heya herî kêm -30 °C be. Tiştê balkêş ew e ku barîna baranê, wek li deverên din ên çiyayên Ermenîstanê, kêm e (salane bi navînî 250 mm), ku ji ber nêzîkbûna çiyayê Araratê ye.

Navçe biguhêre

Dîrok biguhêre

Gelên Mîtanî, Hîtît, Asûrî, Ermenî, Kimmerî, Med, Pers, Ûrartû, Îskît, Selûkî, Arsakî, Sasanî, Ereb, Bîzans, Selçûkî, Mongol, Îlxan, Qere Qoyunlu, Akkoyunlar, Safewî û Osmaniyan di nav de, li Îdirê desthilatdarî kirine. Ji ber cihê erdnîgarî bazirganiya bi Naxçivan û Îranê re gelek pêş ketiye.

Li vir di sala 341an de Keşîşxaneya Ermeniyan a Hakobê Akorî yê Pîroz hatiye çêkirin û Keşîşxaneya Agarak a di sala 649an de hatiye çêkirin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ biruni.tuik.gov.tr https://biruni.tuik.gov.tr/medas/?kn=95&locale=en. Roja gihiştinê 3 gulan 2024. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)

Girêdanên derve biguhêre