Îbrahîm Xelîl (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Ibrahim Khalil, z. 5ê gulana 2000, Hesîçe, Sûrî) strannivîs û stranbêjekî kurd e.

Îbrahîm Xelîl
Jiyan
Jidayikbûn5ê gulana 2000an(2000-05-05) (23 salî)
Hesîçe, Sûrî
Cureyê muzîkêMuzîka kurdi
AmûrStran
Malperibrahim-khalil.com
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Îbrahîm Xelîl di 5ê gulana 2000î de li Hesîçe li Rojavayê kurdistanê di malbateke muzîkjenan de ji dayik bûye. Wî di 9 saliya xwe de gavên xwe yên muzîkê yên herî pêşî avêtin. Di 11 saliya xwe de li Dibistaneke muzîkî ya li Hesîçeyê[Kîjan?] dest bi xwendina muzîkê dike.

Îbrahîm ji sala 2012an û pê de li Almanyayê dijî. Wî li wir Dibistana Ewropî ya Clemens-Brentano xwendiye.

Albûm biguhêre

Îbrahîm Xelîl di sala 2012an de yekemîn vîdyoya xwe ya muzîkê bi navê "Beje beje" derxist. Dûv re herdû stranên "Heyo" û "Bivinm" derxistin. Wî ji stranbêjên weke Jangir Broyan û Arthur Safoyan re jî stran nivîsandine.

Şêwazeyên wî ya muzîkê cûrbicûr in, ku tê de balladên pop û her weha muzîka gelêrî ya kevneşopa êzdiyan jî dibêje.

Dîskografî biguhêre

Stran biguhêre

  • 2016 Feb - "Ay Dil"
  • 2016 Feb - "Keçka Êzidî"
  • 2016 Sep - "Shems Xayeme"
  • 2017 Feb - "Êz Çi Bikîm Min Hez Bikî"
  • 2017 Jun - "Seva Te"
  • 2017 Oct - "Tu Tu Tu" (li gel Amar Zakharov, David Odi)
  • 2018 Jan - "Şaya Artur"
  • 2018 Jun - "Ez Berfim"
  • 2018 Dec -  "Potpori/Govend"
  • 2019 May - "Romanci"
  • 2019 Jun - "Yazidi Mashup" (li gel Ishkhan Dengbêj)
  • 2019 Oct - "Ezdixana Mine"
  • 2019 Dec - "Bvinm"
  • 2019 Mar - "Le Le Le" (li gel Khaloyan)
  • 2020 Jun - "Kûda Ez Herîm"
  • 2020 Julc - "Miran & Anna"

Vîdeoklîp biguhêre

Sal Navê stranê Stranbêj
2017 Lalisha Nurani Ibrahim Khalil  
2017 Şaya Şemoyê Ibrahim Khalil (li gel Arthur Safoyan)
2017 De u Bave Te Ibrahim Khalil
2018 Heyo Ibrahim Khalil
2018 Dil Deşe   Ibrahim Khalil
2018 Eman Ibrahim Khalil (li gel Hamik Tamoyan)
2020 Were Dilo Ibrahim Khalil

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre