Êşma, ahişma, xişma (avestayî: „gerûşe, xezeb, xişm“) navê dêvek e ku di mîtolojiya kurdî de jî cih digire. Di pirtûka pîroz a Zerdeştîtîyê Avestayê de derbas dibe. Bi îraniya kevin (zimanê gelên îranî berê diaxivîn, bingeha kurdî, farisî ûêd) jê re eşm digotin. Îro di kurdî de ev peyv wekî xişm cih digire.

Şayesandinek vê dêvê di çanda cihûyan de.

Karakterê vê dêvê di çanda Cihû de heye. Jê re aşmedayî (bi latînî Asmodaeus) dibêjin. Derbasê xrîstiyaniyê jî bûye. Tê zanîn ku ola Zerdeştîtiyê bandoreke mezin li olan rojhilata navîn, cihûtî, xrîstiyanî û îslamê kiriye. Têgînên bihuşt, dojeh, yek-xwedayî, pira siratê ûêd jî ji Zerdeştiyê derbasbûne.

Bipirç e. Ji mirovan re çavbirçîtî, hovîtî, xezebê tîne. Tenduristiya baş ji holê radike. Dijminê dewaran e. Mirovan serxweş û gêj dike. Ev dêv here kû, mirovên wê derê dibin kujer, hov. Yek ji heft dêvên sereke yên çanda kurd-îraniyan e. Di ola Zerdeştiyê de ji bo perwerdekirina mirovan, di kesayetiya van dêvan de peyamên girîng hatine dayîn. Bo mînak, ji bo ku behsa atmosfer û kesayetiya xezeba kujeriyê baş bê fêhmkirin, navê dêva êşma dihate bikaranîn.

Dêv û cinên di tomarkirinên ola Zerdeştiyê de behsa wan tên kirin, xwedî dîrokeke kevintirîn in. Beriya Zerdeştiyê jî hene, ji çandê ye.