Çorsan
Çorsan (bi romî kirine: Yeşildal), gundekî navçeya Mûşê Gimgimê ye.
Çorsan | |
---|---|
Yeşildal | |
Koordînat: 39°15′8″Bk 41°14′53″Rh / 39.25222°Bk 41.24806°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mûş |
Navçe | Gimgim |
Nahiye | Stûkuran |
Bilindahî | 1.575 m (5167 ft) |
Nifûs (2011) | 86[1] |
Gel | |
• Eşîr | Xormekan |
Koda postayê | 49600 |
Koda telefonê | (+90) 436 |
biguhêre |
biguhêre
Çorsan peyvekê kurdî ye û tê wateya tiştinên çorsane (bi tirkî kaba-saba, kolay). Kurd ji gundên pirr biçûk re "gundekî çorsane ye" dibêjin. Wextekê gundekî pirr biçûk bûye, lê niha mezin e. Li vir çend derwêş, sofî dijiyabûne.
Bi texmînî navê xwe di sedsala 16. de girtiye, bingeha gund wê demê hatiye avêtin. Lêkolîneke zanistî nehatiye kirin. Wateya gund "gundê biçûk û çorsane yê lê çend derwêş dijîn" e. Dewrêş mirovên sade, kêmnefs in, xwekirinên wan jî sade û erzan in. Dibe ku ji ber wê jî gotine çorsan (evdalan, sofiyan), gundê evdalan. Ji axa sade û bêkêr re çorax dibêjin, ev peyv derbasê tirkî jî bûye (çorak torpak).
Dîrok biguhêre
Temendirêjên gund ji tesîra dîroka fermî ya dewletê bi giştî eslê xwe bi Xorasanê ve girêdidin. Lê ji aliyê zanistiyê ve jî hatiye tesbîtkirin ku ev ne rast e. Armanca dewletê heya salên 2000î ew bû ku bingeha kurdan bi "tirkên ji Xorasanê hatine" ve girê bide, qet nebe kurdên Elewî bike tirk. Ew jî nebû kurmanc û zazayan ji hev biqetîne. Mixabin bandora van derewan li herêmê gelek e. Bi taybetî kesên xwendî pirr di bandora wan de dimînin.
Bingeha gundê Çorsanê ji aliyê derwêşên Elewiyan ve hatiye avêtin. Ew kesên sade, olzan û baş bûne. Îbadet dikiribûne. Wekî mergenek (keşîşxaneyek) bûye xirabeyên wan.
Erdnîgarî biguhêre
Cîranê Gundê Mîran, Hemûgê ye.
Avhewa biguhêre
Klîmaya gund çiyayî ye. Zivistan dirêj û sar in. Bi havînan ziwa û tavî, zivistanan ziwa û berfî ye.
Aborî biguhêre
Aboriya gund berê baş bû. Ji ber şer û xizaniyê gelekan bar kirin.
Wargehên balkêş biguhêre
biguhêre
Girêdanên derve biguhêre
Çavkanî biguhêre