Çelokebab (bi farisî: چلوکباب ), kebabeke navdar a farisî ye.

Çelokebab
چِلُوکَباب Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çelokebab bi rizê, wekî xwarina neteweyî ya Îranê jî tê binavkirin.
Welat
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ji goştê berxê, riz (birinc) e. Pirranî bi dewê dixwin. Çelo navê cureyê vê birincê ye. Beriya kelandinê çend katjimêran di nava avê de dihêlin. Piştî kelînê birincê li bêjingê yan makêşê dixin. Bo baş bikele hinekê runê tevlî birincê dikin. Kelandina vê birincê her kes nizane, dijwar e.

Tîkegoşta berxê amade dikin, ava lîmonê, sîr, biharatê tevlî dikin di nava rûn de datînin biraştinê. Kebabî kubîde jî ji goştê kişandî tê çêkirin ku pîvaz û cureyên biharbêhnan tevlî dikin.

Bi birincê re tînin ser destexaneyê, li binikan parve dikin. Simaq, îsota reş a biharatî yan li ser daxwazê biharatên din tehmê didin vê kebabê.

Girêdanên derve biguhêre