Çam, kinfor, darûk (Pinus) riwekek ji darên pelderzî yê famîleya qajan (Pinaceae) e. Qaj û çam cureyên cuda ne, di heman malbatê de cih digirin. Ji riwekên pelderzîkî re kinforî jî dibêjin, dibe ku, kinkorê navê xwe ji wir girtibe, lewra pelên wê jî strîlokî, derzîkî ne.

Çama zixuran (Pinus sylvestris)
Alois Kirnig

Li bakurê Kurdistanê, li parêzgehên Qers, Erdêxan, Îdir, Erzîrom, Xarpêtê heya salên 1990'ê daristanên kinforan gelek bûn. Hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê, bi hinceta ku pêşmergeyên kurd xwe vedişêrin, pirraniya daristanan şewitandin. Niha kêm be jî, daristanokên cureyên çamê hêldar (Pinus brutia), şirb (Pinus nigra), çama zixuran (çama bêberû, kinfora mêşeyî, Pinus sylvestris), çama Helebê (Pinus halepensis) hene.

Cureyên çamê biguhêre