Çûço navê rûnişteka pitik û zarokên biçûk lê tên rûniştandin e. Çûço binavkirineke ji zimanê zarokan e. Zarokên kurd ji rûniştinê re çûçî dibêjin. Mirov dikare bo vê kursiyê bêje rûnişteka pitikan jî.

Pitikek di çûçôyê de rûniştiye, ji sala 1950

Taybetiya wan ew e ku di van rûniştekan de pitik (pitok) nakevin û di bilindahiya maseya xwarinê de ne. Zarokên biçûk an pitik him dikarin werin ser destexaneya (sifre) malbatê, him jî cihê wan bi ewle ye, nakevin.

Berê li Kurdistanê destexaneya kurdî dihate bikaranîn ku nizm bûn, pêdivî bi çûçoyan di dirûvê kursiyê de, nedima. Çûçoyên wê demê ji palgeheke di dirûvê tîpa "U" û di binî de jî ji mînderokekê pêk dihatin.

Çavkanî biguhêre