Çêrmik, Erzîrom
Çêrmik (bi tirkî: Aziziye an jî Ilıca) yek ji navçeyên parêzgeha Erzîromê ye. Jê re herwekî Karnek an Karêza Jor jî dibêjin. 16 km ji Erzîromê dûr dikeve.
Navçeya Çêrmikê Aziziye | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Erzîrom (parêzgeh) |
Serbajar | Çêrmik |
Qeymeqam | Turgah Ünsal |
Hejmara taxan | 63 tax |
Gelhe (2008) | 52.403[1] kes |
Rûerd | 1.702 km2 |
Berbelavî | 30,8 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 40.350 kes |
Koordînat | 39°56′45″Bk 41°6′24″Rh / 39.94583°Bk 41.10667°Rh |
Bilindayî | 1.760 m |
Koda postayê | 25700 |
Koda telefonê | (+90) 442 |
Di sala 1990'î de bûye navçe. 49 gundên wê hene. Hebûna 13 mezreyan jî bi fermî nayên pejirandin. Di qeydên dîrokî de navê wê gelek caran Karloî Karnak derbasdibe. Li Çêrmikê berê gelek Ermenî jî hebûne. Di Komkujiya Ermeniyan de ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qirkirin. Dîsa dest dane ser hemî dewlemendiyên wan û dane Azerîyan yên ku dewletê anîne bicihkirine. Gelek dêrên Ermeniyan hatine rûxandin an kirine mizgeft.
Erdnîgarî biguhêre
Bilindahiya navçeyê ji rûyê avê: 1.812 m
Demografî biguhêre
Navend 18.000 û bi giştî jî nêzîkî 30.000 (Ev statîstîkên fermî ne)
Aborî biguhêre
Hin fabrîkên piçûk hene lê gel ji ber xizanî û pêkutiyan koçberê bajarên mezin dibin. Xwedîkirina ajalan cihekê girîng digire.
Wargehên balkêş biguhêre
- Çêrmikên Çêrmikê (Çêrmûgên Çêrmûgê)
- Bermahiya Karêz (bi tirkî Karaz Ören Yeri)
- Gola bi masî (Çêrmik)
- Bendava Çêrmikê