Æthelfrith (m. 616), ji sala 593yan heta mirina xwe şahê Keyaniya Berniciayê bû. Derdora 604an de bû şahê ewil a Bernîkî ku hukmraniya erdê cîran Deîrayê jî dikir, ev yek jê re cihekî muhim da di pêşveçûna keyaniya li peyî yê bi navê Northumbria. Ew xisûsen bi serkeftina xwe ya li hember Brîtonan û serkeftina wî ya li hember Gaelsa Dál Riatayê hate nasîn. Herçiqas ew di şerekî de ji aliyê xanedanke reqîb ve hatibe mexlûbkirin û kuştin jî, dawiya dawiyê di salên 630an de xanedana wî hukmraniyê cardin bi dest xist.

Æthelfrith
Navê rastî
Æthelfrith
Mirin616
River Idle, Îngilîstan
PîşeŞahê Keyaniya Berniciayê
Salên çalak593 – 616
HevjînAcha of Deira (Achaya Deîrayî)
ZarokEanfrith of Bernicia

Oswald of Northumbria
Oswiu of Northumbria
Oswudu of Northumbria
Oslac of Northumbria
Oslaf of Northumbria
Offa of Northumbria

Æbba of Northumbria
Dê û bav
  • Æthelric (bav)
biguhêreBelge
Heftkeyanî

Æthelfrith, keyaniya xwe û keyaniya Deirayê bi zewaca dotmîra Deirayê re bi yek kir û mîratgirê, Edwinê (585-632) şand sirgûnê. Æthelfrith ji bo parastina sînorên xwe bi şahê Skotî ya Dal Riatayê re û bi Seltên Strathclydeê Degassastonê re şer kir (603) û bi ser ket û dû re jî Anglîkan bi saya wî li başûrê Forth of Firthê de serwer bûn. Æthelfrith êdî Şahê Keyaniya Northumbriayê (bi yekbûna Bernicia û Deirayê) bû (619).